Polîtîk

16ê Cotmehê xiyaneteke nemerdane bû ji hêviyên gelekî mezlûm re

Serok: Em dixwazin Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyanê, lê gotubêjê li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin.Îro 16ê Oktoberê ye, roja xiyanet li Kerkûkê hatî kirine, serok Barzanî bi minasebeta vê rojê daxûyaniyek ji bo Raya Giştê ya Kurdistanê ragihand.Daxûyaniya serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanŞanzdehê cotmehê(oktober) rojekî tariye li dîroka mîlletê me. Li vê rojê da bû ku xiyaneta namerdane, li hêvî û umêdên gelekî mezlûm hate kirin. Bi sedema destekî navxweyi ve yariyekî bêwîjdanane bi çarenûsa gelê me hate kirin û ev axa bi xwîna hezaran zarok û gedeyên vî niştimanî hatibû parastin, li çarçêweya planek da kete bin dagîrkerî û kavilkarî û sivikatîkirina bi pîroziyên gelê Kurdistanê.Ev plana gemar, sivikayetiyek bû bi sed sal xebat û qurbanîdana gelê me. Sivikayetîkirin bû bi xwîna şehîdan û wan Pêşmergeyên qehremanên li şerê terorîstên Da’îş da Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêma me parast û li şûna hemû mirovayetiyê şerê terorê dikirin. Her wiha sivikayetî bû bi dengê rewa û aştiyaneya gelê Kurdistanê ku tenê tawana ewe bû dengê xwe yê rastîn bi guhê cîhanê gihand.Me pêşbîniya hemû egerek kiribû, lê belê tu demekî em li benda ewe nebûn destekî navxweyî bi vî awayî xencerê li pişta gelê Kurdistanê bide.Ewan xwest bi nepakî û dagîrkerî û bi zebir û zeng, îradeya gelê me bişkînin ku azadîxwazî û peyama aştî û pêkvejiyane, lê belê îradeya gelê me bi zîndî ma û bi piştrastiyê ve azadîxwazî û peyama aştî, serbilindiye û nepakî û dagîrkerî jî serşorî û şûreyiye.Armanca şanzdeha cotmehê, nehiştina kiyana Herêma Kurdistanê û bêwate kirina mafên gelê Kurdistanê bû. Her çende bi hevkarî û çavsaxiya destekî nepakê navxweyî, planekî zêdeyê mezin li dijî gelê me li holê da bû, lê belê ku Pêşmerge biryara bergirî û berxwedanê da, hawkêşe guherîn û serbilindî ji bo gelê Kurdistanê ma.Li vê salvegera tehl da, daxwaz ji hemû aliyek dikim rêz li dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigrin, siyaseta şovenî û înkarkirinê hîç encamekî xwe nîne û tenê şer û paşketî jê derdikeve. Herdem jî me daxwaz kiriye ku Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyanê, lê belê musaweme li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nayê kirin. Daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê dikim bi hêvî û hêz ve temaşa paşaroj, doza gelê meyê rewa bikin û bi şer û plan û nepakî, dawî lê nayê.Şanzdeha cotmehê ew roja tariye li dîroka gelê me da ku tu demekî nayê ji bîr kirin û divê bibê ders û wane ji bo hemû take kesekî gelê Kurdistanê.Silav ji bo şehîdên Kurd û Kurdistan û hemû şehîdên rêya azadiyê.Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman.Silav ji bo têkoşer û niştimanperweran.Mesûd Barzanî16.10.2018

 

Back to top button