HUDA-PAR kogreya xwe pêkanî

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) li Enqerê bi amadebûna 1165 endamên kongreyê, kongreya xwe ya sêyemîn li darxist. Di kongereyê de gelek mêvan amade bibûn û di nava mêvanan de ji aliyên siyasî yên Kurdistana Başûr jî hebûn. Di kongreyê de PDK jî bi heyetekî beşdar bû.Di kongreyê de HUDA-PAR serokek nû hilbijart. İshak Sağlam bû berbijêr û wek serokê Giştî yê partiyê hate hilbijartin. Herweha endamên serkirdiyatiya HUDA-PARê jî di kongreyê de hatin hilbijartin. Endamên serkirdiyatiya partiyê evin: Zekeriya Yapıcıoğlu, Mehmet Hüseyin Yılmaz, Sait Şahin, Mehmet Yavuz, Aydın Gök, Şahzade Demir, Mehmet Mehdi Oğuz, Abdurrahman Cens, Eyyüp Yanaç, Vedat Turgut, Cemal Çoban, Şeyhmus Tanrıkulu, Abdullah Aslan, Adile Abdulhadioğlu, Cesim Yılmaz, Emin Güneş, Habibe Günel, Hamdullah Tasalı, Hasan Şahin, Hüseyin İmir, Mahmut Şahin, Masum Ayyıldız, Mehmet Eşin, Meryem Kiraz, Sema Yarar ve Şükran Kaya.

