Polîtîk

Radestkirina Kerkûkê serokkomarî bi destve anîn

Li gora nûçeya basnewsê, çapemeniya ser bi Îranê aşkera kir, YNKê bi rêya Pavel Talabanî ve di 16ê cotmehê de Kerkûk radestî Iraqê kir û bi wî rengî şansê wergirtina serokkomariya Iraqê bidest xist.Malpera Tabnak a ser bi sekretere diyar kirina berjewendiyên Îranê Muhsin Rezayî bi raporteke bi navê ‘’Gelo Pavel Talabanî dê cîhê Mam Celal bigre?’’ de nivîsand, Pavel Talabanî bi rêkeftina li gel Heşdî Şeibî û hikûmeta Iraqê re, bû sedem ku Kerkûk bikeve bin kontrola hikûmeta Iraqê.Tabnak dibêje: ‘’Pavel Talabanî wek lîstokvaneke nû yê siyasî hat qadê û karî rê ji rêjandina xwînê bigre li Kerkûkê û radest kirina Kerkûkê ya ji hikûmeta Iraqê re, rewş girt dest xwe û şans bidest xist ku careke din serokkomariya Iraqê bibe beşa YNKê.’’Di berdewamê de dibêje: ‘’Piştî rikberiya di navbera pêkhateyên Iraqê û bi taybet a dinavbera du partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê yên PDKê û YNKê de, di encam de YNKê karî wî erkî bidest bixe û Berhem Salih bike serokkomarê Iraqê.’’

Back to top button