CîhanPolîtîk

Serokwezîr digel şandeyeka bilinda Holendayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, roja duşemê 25.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Sigrid Kaag Wezîra Bazirganî û alîkara geşepêdana Holendayê,  Birgita Tazelaar Rêvebira giştiya beşê Bakurê Afrîqiya û Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Holendayê, Mathijs Wolters balyozê Holendayê li Îraqê û Janet Alberda Konsula vî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên Serokê Dîwana Seroaktiya Herêma Kurdistanê û hijmareke wezîrên hikûmetê amade bûn, şandeya mêvan giringiya Îraq û Herêma Kurdistanlê ji bo Holendayê berşav kir û amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da û rola gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hijmareka zêde ya koçber û penaberên ji Suriyê  û deverên cudayên Îraq, bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên leşkerî û mirovî  yên Holenda jo bo  herêma Kurdistanê  kir û jê re bi kurtî behsa rewş emnî, siyasî û miroviya Herêma Kurdistanê kir.Serokwezîr hêvî xwest ku Holenda di warên cuda de û bi taybetî di warên aborî, darayî û çandinê ku ezmûneka zengînheya heye, hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Di beşek din yê civînê de behsa têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Holendayê hat kirin û di vî warî de rola revenda kurdî li Holendayê bilind nirxandin.Rewşa Siyasî û hilbijartinên vê dawiyê yên Îraqê û çend pirsên din di civînê de hatin gotûbêj kirin

Back to top button