Peyama pîrozbahiyê
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta serkeftina di hilbijartinan de, peyameke pîrozbahiyê ji Receb Teyb Erdogan re dişîne û tê de pîrozbahiyê li Erdogan û patiya wî û hemû partiyên di hilbijartinan de serketine dike.Serokwezîr dibêje ku di serdema Erdogan de têkeliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di gelek waran pêşketinên mezin îê bûn û wan têkeliyên bandoreke gelek baş ji ser jiyana xelkî, aramî û aşitiyê hebû.Teksta peyama pîrozbahiyêBirêz RecebTeyb ErdoganSerokomara TirkiyeyêBi boneya serkeftina we yên birêz ji bo posta serokomariya Tirkiyeyê di sîstemeke nû de û serkeftina partiya we, Partiya Dad û Geşepêdanê, di hilbijartineke mezin de ku rêjeyeke gelek bilind dengerên Tirkiyeyê beşdarî tê de kir, pîrozbahiyê li we û partiya we û hemû partiyên din yên di hilbijartinan de serketine dikim.Di serdema we de, têkeliyên Komara Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê pêşketinên gelek mezin dîtin, wê yekê jî bandoreke gelek baş li ser aramî û pêşkeftina xelkî hebû û ji bon deverê jî mînakek gelek giring bû. Em weke, Herêma Kurdistanê, bi vê boneyê, careke din xwesteke xwe ya ji bona dirêjîdan bi pêşxistina têkeliyan nîşan didin,Pêdagiriya we, di gotara we ya serkeftinê de, li ser bihêzkirina karkirina ji bona nehêlana hemû awayên cudahiyan, hêjayî wê yekê ye ku hemû pêştevaniyê lê bikin. Di serdema we de gelek qedexeyên nedadperwerî ji hole hatin rakirin, em hêvîdar in niha jî careke din hemû alî ji bona bicîkirina aşitiyê hevkariya we yên birêz bikin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam piştevaniya hemû xebatên ji bona çareseriya hemû pirsgirêkan bi aştiyane li deverên dike. Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Hrêma Kurdistanê26.06.2018