Polîtîk

Barzanî: Divê madeya 140 bê bicî kirin û rewşa dagîrkirinê bidawî bê

Şîretmendê konseya ewlkeriya Başûrê Kudistanê di civîneke digel cîgirê berpirsê hêzên Hevpeymanan li Surye û Îraqê got ku, dema wîlayeta Kerkûkê û deverên din yên kurdistaniyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bin kontirole hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de bûn, ew dever biîstîqartir û aramtir bûn.Mesrûr Barzanî şîretmendê konseya Ewlekariya Herêma Kurdistasnê roja 04.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li general Wlter Pit cîgirê berpirsê hêzên Hevpeymanan li Surye û Îraqê  kir û di civînekê de rewşa emnî û siyasî ya Îraqê å kiryarên vê dawiyê yên grûpa DAÎŞê li derdûra Kerkûkê û deverên nakokîdar nirxandin.Mesrûr Barzanî  behsa rewşa emnî ya Kerkûk û derdûra wê kir û got ku ew dema ew dever di bin kontirola pêşmergeyê Kurdistanê de bûn deverên aram bûn lê niha rewşa emnî li wan deveran tevlêhev bûye û ji bona Kerkûk û deverên din parastî bin divê madeya 140ê ji destûra Îraqê bê bi cîkirin û rewşa dagîrkirinê bidawî bê û careke din bawerî di navebra hêzên pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa îrqê de çê bibe.General Wlter behsa pilan hêzên Hevpeymanan ya di warê meşiq û rahînana hêzên pêşmerge kir û her du alî li hev kir ku li ser pirsên giring rawêjkariyê bi hev re bikin û berdewamiyê bi danûstandinan bikin.

Back to top button