Civak

Serok:Berpirsê komkujiya Helebçe dewleta Iraqê ye

Serok Barzanî bi minasebeta 30emîn salvegera jenosîda Helebçe daxûyaniyek ragihand. Barzani dibêje: Berpirsê komkujiya Helebçe dewleta Iraqê ye.Serok Barzanî li hesabî xwe ya Twitterê de di derbarê salvegera komkujiya Helebçe peyamek belav kir.Serok di peyama xwe de dibêje:  Îro di demekê de hîna êş û azarên gelê Kurdistanê berdewam in, komkujiya Helebçe bibîr tînin, ji dil ve peyama hevsoziyê ji wan malbat û xweşewîstan ku ji ber bombebarana kîmawî li Helebçe şehîd bûn derdibirînim. Ev bone û bîranîna bi êş her di dil û derûniya me de dimîne.”Serok Barzanî dibêje: “Her çiqas niha partiya Beis di desthilatê nemaye jî, lê ew tawan di bin banê dewleta Iraqê de pêk hat. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê berpirsyarê vê komkujiyê ye.”.  

Back to top button