Cîhan

Îro ji bo Sûrî gelek girîng e

Ji bo rewşa Sûrî Amerîka û Tirkiye dîplomasiyek aktîf rêve dibin. Doh bi zanyariya Amerîka şandek Tirkan bi serokatiya berpirsê dezgeha îstixbarat a netewê(MIT) serdana Sûrî kir û li gel berpirsên Sûrî û li gel Beşar Esad hevdîtin pêkanîn.

Wek tê zanîn li Sûrî xwepêşandan berdewamin û hêzên leşkerî jî ji bo xwepêşandanan bisekinînin bi gelek tundî êrîş dikin û heta niha zêdeyî 500 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî girtîne û kesek tiştek ji pêşeroja wan nizane.

Piştî 228 endamên partiya desthilat ya Baas veqetiyan û du parlementerên devera bajarê Dera ji îstifa xwe kirin, rewşa Esad jî aloz dibe.

Tirkiye li gel Amerika dixwaze Esad hinek reforman bike û ji bo vêjî muhletek dana rejima Sûrî. Helwesta Amerîka û ya Yekitiya Ewropa di derbarî Sûrî de rolek taybet dileyze. Li gora agahdariyan çavê xelkê Sûrî jî li van welatane ku li himber rejima Sûrî helwestên bi bandor bigrin.
Li gora agahdariyên ajansan berpirsên rêxistina Birayên Misilman jî bang xelkê kiriye ku bi hêz tevlî xwepêşandana bibin.

Back to top button