Fermanber bi kerta bankê meaş werdigirin
Rêveberê Banka Navendî ya herêma Kurdistanê ragehand ku tevahiya bankên Kurdistanê bi Banka Navendî ya herêma Kurdistanê tên girêdan û got ku fermanber û meaşxwerên hikûmetê bi wê kerta ji wan re tê dirustkirin, dikarin rasterast meaşên xwe ji bankên herêma Kurdistanê werbigrin.
Roja 14.04.2011ê bo cara yekemîn kar bi sîstema bankî li herêma Kurdistanê hat kirin. Li gor vê sîstemê, hemû bankên herêma Kurdistanê bi Banka Navendî ya herêma Kurdistanê ve tên girêdan. Heya niha jî 9 bankên Hewlêrê bi banka navendî ve hatine girêdan.
Rêveberê giştî yê Banka Navendî ya herêma Kurdistanê Edhem Ekrem Derwêş ragehand: “Ev sîstem karê hevwelatiyên ku pereyan li bankan datînin hêsan dike, herwiha meaşxwerên hikûmetê jî dikarin piştî wergirtina kertên bankê her meh bi wê kertê meaşên xwe ji bankê wergirin.”
Herwiha got ku, karmendên wan li derve li ser vê sîstemê hatine perwerdekirin û amûrên sîstemê ji Amerîka kirîne ku buhayê 3 milyon û 500 hezar dolarên Amerîkî lê çûye.
Ev sîstem tevgera hemû bankên herêma Kurdistanê diyar dike û tê zanîn çiqas pere ji bankê hatine derxistin û çiqas jî hatine danîn. Edhem Derwêş wiha axivî: “Ev sîstem rê li ber sextekarî û dizîna pereyan digire, û ti şaşîtiyekê qebûl nake.”
Li gor amara Banka Navendî ya herêma Kurdistanê, 83 bankên hikûmî û 74 bankên sivîl li herêma Kurdistanê hene ku 13 ji wan li Hewlêrê ne. Ev sîstem taybet e bi bankên hikûmî.
Derbarê dayina kertên bankî bo hevwelatî û meaşxwerên hikûmetê, Edhem Derwêş got: “Heya niha tenê me kertên bankî bo 10 karmendên banka xwe dirust kiriye û ji niha ve meaşxwerên hikûmeta herêma Kurdistanê dikarin bên û kertên bankî ji xwe re dirust bikin, ku li beramberî her kertekê 2 dolar ji fermanberan tê wergirtin. Eger kêşeya me nebe rojane dikarin kertên bankî bo sed kesî li her bankekê çêbikin.” (Rûdaw)