Nivîsar

Dadgeha Denmirtaş berdewame û ew behsa bûyerên balkêş dike

Hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demirtaş di dadgehê de parastina xwe dike û tiştên balkêş dibêje.Çend xalên girîng di gotinên Demirtaş de evin.Demirtaş dibêje: Di pêvajoya aşitiyê de hukumetê berpirsiyariyek mezin girt ser milê xwe û destê xwe kir  bin kevir de. Lê rêxistina FETO ev pêvajo sabote kir û pêvajo xirab bû. Li Tirkiye piştî hewldana darbeyek leşkerî 15ê temuzza 2015ê de, gelek tişt hatin guhertin. Hêdî her kes bi hesanî her bûyera ku bûyî bi awayekî xwe jê dişû û têxe stoyê FETO de.Dema Demirtaş vê yekê dide pêş gelo ji bo çi behsa helwesta PKK/HDPê di vêpajoyê de nake? Ya dewletê tê zanin, tê zanin ku çikas dewlet di bin bandora FETO de bû. Lê Gelo PKK çikas di bin bandora vê rêxistinê de bû? Ev nayê gotin. Pêwistbû Demirtaş behsa vê yekê jî bike.Berdewamiya parastina xwe de Demirtaş behsa xalek din dike û dibêje: Sala 2010ê dema referanduma ji bo guhertina destûra bingehîn bihata kirin, me wek HDPê biryar girt ku em di referandumê de neçin ser sendoqa û boykoy bikin.Lê wezîrek yê hukumetê nameyek destnivîsa Abdullah Ocalan ji minre anî. Di nameyê de Ocalan xwestiye ku, em ji dev biryara boykotê berdin û dengên ERÊ di referandumê de bidin. Li vê derê jî gelek balkêşe. Ji bo çi Demirtaş wê demê de bê deng dimînê û îro di dadgehek ya Tirkiye de vê yekê dibêje. Ji xwe Demirtaş û herkesek dizanê ku Ocalan li Îmralî hemû biryarên xwe li gel dezgehê dewleta Tirk distîne.  Eger di wê demê de Demirtaş wek serokê HDPê behsa vê bûyerê bikira dê bahayek wê ji gotina wî re hebûya û ihtimala bû ku hinek tişt jî bihatan guhertin.Ji aliyek din ve Demirtaş da xûyakirin ku dema bûyî kandîdatê serokkomariya Tirkiye  di sala 2014ê de, Erdogan cardin bi rêya Ocalan zext lê kiriye daku xwe ji kandidatiya serokkomariya vekişîne. Yanî Erdogan û hukumetê bi rêya Ocalan zext li Demirtaş kiriye, lê wî guh nedaye Ocalan û wek xwe yan jî wek Qendilê hereket kiriye. Herkes dizane ku, ne Demirtaş û ne jî HDP ji derê îrada Ocalan û yan jî Qendilê nikare gavekî bavê je. Vêca îro dema ev tişt bi devê Demirtaş di pêvajoya dadgehkirina wî de têne rojeve gelek balkêşin û ew rastiya HDPê ya ku dihat gotin û Demirtaş inkar dikir , niha bi devê xwe û îrada xwe ji bo hinek armancan têne gotin.Dema Demirtaş serdana Qendilê kirî û li gel berpirsên PKKê wene girtîn, ew wene îro di dadgehê de li dijê Demirtaş wek tawanekî têne bi karanîn. Lê Demirtaş parastina dike û dibêje: Ev wene ne ji aliyê me ve hatine girtin. Wene ji aliyê kesên bi nave hukumetê yên li gel me hatin çûyin dikiran ve hatine girtin.Herweha Demirtaş dibêje ku, her serdana me ya Qendilê bi icazete hukumetê û agahdariya wan çêbûye.  Rojane di dadgehê de tiştên balkêş têne gotin. Lê herkes dema van gotina ji devê Demirtaş dibihîse, bê deng dimîne. Behsa aliyek din yê dadgehkirinê tê kirin. Lê Demirtaş tiştên ku ji zexta PKKê nikariya bêje , îro dadgehek ya dewletê de dibêje.Ocalan di hevdîtinek ya xwe de behsa Demirtaş dike û dibêje: Ez zarokê vê axê me. Lê Demirtaş projeyek ya Amerika û Ewropayê ye. Dixwazin wî derêxin pêş û nave min winda bikin.Eger ev gotina Ocalan baş bête nirxandin, rastiya hinek tiştên îro Demirtaû dibêje behtir têne zanîn.Lê mixabin dema mirov bi temamî li medya kurdî dinêre, zanebûn yan ne zanebûn , wek gelek tiştan di vê derbarê de jî naxwazin rastiya PKK/HDPê bête zanin. Demirtaş wek lîderekî didin nasandin. Lê rastî ne ewe. Xeberê kurdî heye dibêje : “ Siwarê hespê xelkê her peyaye“.Nûçe/analîzRojevakurd

Back to top button