CîhanPolîtîk

Li Almanya rewşa Kurdistanê hate gotubêj kirin

Di berdewamiya seredana xwe ya bo Almanyayê û beşdarîkirin di konferensa asayîşa navdewletî li bajarê Munchen, Nçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Mesûr Barzanî şîretmendê civata ewlekariya Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê, digel Ursula von der Leyen wezîra bergiriyê ya Almanyayê civiyan.Wezîra derve ya Almanyayê behsa seredana xwe ya dawiyê ji bo Bexda û Hewlêrê û serdankirina leşkerên almanyayî li Herêma Kurdistanê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê û hevkariya bi hêzên Alamanyayê re bilind nirxand. Wê got ku ew kêfxweşe ku doyalog, seredan û civîn di navebra Hewlêr û Bexdayê de dest pê kirine.Nêçîrvan Barzanî ji wezîra derve ya Almanyayê re bi kurtî behsa gav û pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku amadeye li ser bingeha destûra Îraqê hemû pirs û arîşeyan bi hikûmeta Îraqa Federal re çareser bike.Serokwezîr sipasiya  piştevanî, hevkarî û rola Almanyayê ji bo pêşmergeyê Kurdistanê di dema şerê dijî terorê de, kir û avakirina Nexweşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê û hevkariyên Almanyayê ji bo binyatdanan şiyanan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.Di civînê de tekîd li ser giringiya berdewamiya piştevanî û alîkariyan ji bo Herêma Kurdistanê û rewşa nuha û hilbijartinên bên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Behsa wê yekê jî hat kirin ku Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê giringiyê bi berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistan û Îraqê li nuha û paşerojê de dide. 

Back to top button