Yildirim ji bo xwepêşandana bang dike
Cîgirê serokê HDPê û parlementerê Wanê Nadir Yildirim daxwaz ji xelkê kir ku derkevin kolana û Tirkiye şermezar bikin.Yildirim êrîşa Tirkiye wek êrîşek dagirker bi nav kir. Yildirim di daxûyaniya xwe de dibêje: Li himber dagirkirina Efrînê , bi armanca parastina îrada gelan û hevre jiyana gelan, li gel kesên dijê şer bi hevre derkevin kolana. Roja yekşembe û duşembê dive xwepêşandan çêbibin, û li dijê hukumetê û partiyên pişgiriyê didin hukumetê xwepêşandanên mezin pêkwerin û wan şermezar bikin.Berdewamiya axavtina xwe de Yildirim dibêje. Çewe me Kobanê parast , emê Efrînê jî biparêzin, Erîşa Efrînê, êrîşa êrîşa Amedê, Mahabat û Kerkûkê ye.Yildirim dibêje: Em gelên xwe dawetê kolanan dikin ku li dijî vî şerî helwesta xwe ya demokratik deynin hole.Daxûyaniyek balkêşe. Gelo dema Kerkûk hatê dagerkirin helwesta Yildirim çibû ? Yildirim Çima hingê pê deng ma. Gelo carekîbê jî rolê PKKê di dagirkirina Kerkûkê de şirove kir yan na..Raste êrîşa li ser Efrînê êrîşek dagirkere. Gerek kurd hemû li dijê vê derkevin û şermezar bikin. Lê di heman demî de siyaseta PYDê ya ji xwe pêde rê neda kesekî, ya li himber aliyên din yên siyasî jî bihata şermezar kirin. Tu babet û çewtiyên PYDê maf nade Tirkiye ku êrîşê Efrînê bike. Bala we lêbe hêja Yildirim behsa dewleta Tirk a dagirker nake. Behsa AKP û patiyên din dike. Gelo kîjan partî pişgiriya hukumetê di vê derbarê de nake? Hemû bi yek dengî pişgiriya dewleta xwe dikin. Lê mixabin çavên Yildirim kurê vê rastiyê nabîne.Gelo Yildirim heman bang ji bo Kerkûkê kirîbû? Ev jî pirseke.