CîhanPolîtîk

Îran Serokwezîr Barzanî dê ligel Serokomarê Îranê bicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara şemiyê (20.01.2018) gihişte Tehranê û biryar e ligel Serokomarê Iranê Hesen Ruhanî û serokê Parlemana Îranê Elî Larîcanî û Sekretêrê Encûmena Bilinda Asayişa Niştîmaniya Iranê bicive.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya hewlên xwe yên dîplomasî yên dema derbasbûyî de, bi serokayetiya şandekê gihişte paytexta Iranê bajarê Tehranê û biryar e çend civînan ligel berpirsên bilind yên wî welatî pêk bîne.Li gor agahiyên ji konsulxaneya Iranê li Hewlêrê hatine wergirtin, civînên navborî di çarçoveya pirsên siyas, aborî, ewlehî û kulturî de dibe.Yekem civîna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê, dê ligel Serokomarê Iranê Hesen Ruhanî be.Berpirsê pêwendiyên hikumeta Herêma Kurdistanê û Iranê ji Rûdawê re ragihand, ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pêre di dema du rojan de ligel, Serokomarê Iranê, Serokê Parlemana Iranê Elî Larîcan û hinek berpirsên Iranê dicive û pêwendiyên navbera herdu aliyan, mijara sereke ya civînan dibin.Li gor medyaya Iranê, herweha biryar e Nêçîrvan Barzanî ligel sekretêrê Encûmena Bilinda Asayişa Niştîmaniya Iranê Elî Şemxanî bicive.Konsulxaneya Komara Îslamî ya Iranê li Hewlêrê, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Îranê bi girîng dide zanîn û radigihîne, ku serdana wê şandê, ku yekemîn serdane piştî gitpirsiya serxwebûna Kurdistanê ye û dijayetiya hikumeta û dadgeha federalî ya Iraqê ji bo giştpirsiyê, bi erênî tê zanîn.Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên, Berdevkê Hikumetê Sefîn Dizeyî, di nav şandê de cî digrin, ku bi serokayetiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye.Rûdaw

Back to top button