Polîtîk

Tirkiye êrîşa xwe berfireh dike

Êrîşa Tirkiye li himber devera Efrînê berdewame. Duh êvarî Tirkiye bi balefira û topan êrîşek berfireh bir ser Efrînê. Li gora agahdariyên medya Tirkî 72 balefirên cengî tevlî operasyona Efrinê bûne û heta vê gavê 108 cih kirine armanc.Li gora agahdariyên YPGê dide heta niha 6 hemwelatiyên sivîl û 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane û 13 hemwelatiyên sivil jî birîndarin.Tirkiye niha xwe amade dike ku bi bejahiyê de jî êrîşê Efrinê bike. Şevîdin gelek çekên giran derbasî axa Suriye kirine û xwe nêzikî Efrinê dikin. Di bejahiyê de êrîş dikare bibe sedema wêran kirinê.Rusya hêzên xwe yên Efrînê vekişandin. Çarnikarê Efrinê girtiye. Tenê navbera Efrin û Helebê de rêyek heye di destê rejimê de ye. Tê îdia kirin ku rejim rê dide ku hinek hêzên YPGê ji Helebê derbasî Efrînê bibe.Wek din Suriye li himber balefirên Tirkiye tu çalakî nekirin. Dixweyê gelek vekirî. Amerika li Efrinê pişta xwe da YPGê, Rusya û rejima Suriye helwestek hevbeş danin holê û bi vê yekê jî pêwendiyek navbera rejima Esad û Tirkiye de destpêkir.Şer ne li Efrinê û ne jî deverek din ne çareseriya pirsgêrêkan e. Zereraherî mezin xelkê sivîl dibîne.

Back to top button