Yekgirtûya Îslamî di nava hukumetê de dimîne
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê mana xwe di Hikûmeta Kurdistanê de ragihand û daxwaz dike di demeke destnîşankirî de hikûmet gavan bavêje ji bo başkirina rewşa Herêma Kurdistanê.Berdevkê fermî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî, biryarên civîna duh 23.12.2017ê ya encûmena cîbicîkar a partiya xwe xwend û ragehand: “Civîn daxwaz dike lijneyek li parlamentoya Kurdistanê pêkbê bo pêdaçûn û lêpirsîn li bûyerên çend rojên borî li bajar û bajarokên Kurdistanê pêkbîne, ku tevgera sivîl û aştiyane ya wan bûyeran ji rê derxistin.”Derbarê helwêstê Yekgûrtû bo vekêşîna ji hikûmetê de jî hate ragehandin ku: “Me baş zanî ku, Yekgirtû helwêst di berjewendiya başkirina jiyana hemwelatiyan de bigre û biryar hate dayîn ku heta 15ê meha 1 a 2018ê molet ji hikûmetê re bide û şandeke Yekgirtû jî daxwazan xwe radestî hikûmetê bike û eger hikûmet ti bersiveke erênî li hember wan daxwaza nede, wê demê wek Yekgirtû em helwêstê dê zelal bikin.”


