Polîtîk
Barzanî û Talabanî civiyan
Îro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Celal Talebanî Serok Komarê Iraqa Federal li Selahedîn civiyan.
Li vê civîna du qolî da her du Serok rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî li ber ronahiya pêşhatên dawî û guhertinên li hemû ast û waran da guftûgo kirin.
Her wiha li ser cîh û warên çaksaziya li karubarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de danustandina nêrîn û ramanan kirin û her du alî jî tekez li pêwîstiya parastina asayîşa Kurdistanê û xurtkirina li nav mala Kurdistanê kirin.