Kultur

Folklora Zimanekî Birîndar derket!

“Folklora Zimanekî Birîndar” derket!

Pirtûka Ayhanê Bêrtî ya bi navê “Folklora Zimanekî Birîndar” ji aliyê Weşanên Han hate weşandin.
Pirtûk lêkolîneke cidî ya li ser kevnekultur, nirxên kevneşopî û çanda Kurd ya folklorîk bi gelek nimûne û çavkanyiên rasteqîn berhev kiriye; bi sedan helbest, heyranok, vegotin û şevrojkên Kurdî ji layiê nivîskarê Kurd Ayhanê Bêrtî bi îhtîmameke mezin hatine berhevkirin û bi sîstemeke jimareyî û îndeks hatine lîstekirin.
 
Her wisa besheke pirtûkê jî ji şêrovekirina van nirxên folklorî ye.
Pirtûk ji 420 rûpelan pêk dihê, her wisa gelek belge, wêne û lîsteyên di derbarê mijarê de jî hatine bicîhkirin.
Kerem bikin nasnameya pirtûkê û her wisa  nivîseke di derbarê berhemê de li jêr hatiye pêşkêşkirin:
KNN/Nahê Xan
 
Folklora Zimanekî Birîndar / Ayhanê Bêrtî
Folklor
Çapa Yekem – 2011
WEŞANEN HAN-67
© Her mafe pirtuke hatiye parastin
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Rupelsazî: Sylvia Demirocak
Berg: Welat Souliman
Weneyen berge: Ferzan Berîtan

Çap û  Giredan:

Han-Grafîk Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62
12157 Berlin/Deutschland
Tel.: +49 (0) 30 47 98 70 52/53
Fax: + 49 (0) 30 47 98 70 54
Mobil: +49 (0) 178 78 07 68 3
[email protected]
ISBN: 978-3-942735-02-5

Berhemen Ayhane Bertî yen çapbuyî:

1. Pirtûka Pîroz (Zebûr û Încîl), (350 rupel), werger,
Weşanxaneya Do, Stenbol 2008 (Kurdî)
2. Împeratoriya Med, (330 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2008 (Kurdî)
3. Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 1, (322 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2008 (Kurdî)
4. Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 2, (333 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2009 (Kurdî)
5. Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 3, (317 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2009 (Kurdî)
6. Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 4, (323 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2009 (Kurdî)
7. Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 5, (334 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2010 (Kurdî)
8. Eşîra Bêrtiyan, (367 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2010 (Kurdî)
9. Folklora Zimanekî Birîndar, (435 rupel),
Weşanxaneya Han, Berlîn 2011 (Kurdî)
 
 Li ser nivîskariya Ayhane Bêrtî

Dema mirov rupelen dîroka gele Kurd dixwîne, hin rastiyen ku pewîstiya mirov û  jiyane pe tekildar hatine windakirin, weke mafekî xwezayî hatiye jinavbirin û  heta niha jî di nava toza simen hespen dagîrkeran de di temara nezelaliye de winda bune. Ew mîras bi dare zore ji xwediyen wan hatine standin, sinoren destkird di nava parçeyan de hatine danîn, da ku edî reng û  denge Kurdan ji hev be qutkirin.
Le bele melodiyen strana Kurdî, Heyranok, Helbest u Edebiyata gelerî bi heza xweşikiya zimane şirîn ye Kurdî sinor bezandîne û  di asoya azadiya raman û  afirandinen mirove Kurd de xwe parastiye.
Gele kurd xwediye dîrokek kevnar û  dewlemend e, li ser ve xake afirandinen huner û  edebiyata bilevkirine li paş xwe heştîne û  jiyanek bi rumet peşkeşî hemu mirovatiye kirine. Di qonqxen dijwar de parçebun, jinavbirin û  talankirin, pekhatin û  careke din ji nu ve jiyane serî hilda. Kultur u edebiyata Folklorî ji nifşekî bo ye din hatiye vegotin u hemu aliyen ve edebiyata bi rumet bune beşek ji dîroka gele Kurd. Ji xemxwaren ve rebaze, niviskar û  lekolîneren mîna Ayhane Bertî, beşekî girîng ji ve berpirsyariye hildaye ser milen xwe û  pirraniya dema xwe ya bi nirx ji bo komkirina
van berhemen pîroz terxan kiriye.
Nivîskar Ayhane Bertî, li ser rupelen spî Gotinen Peşiyan, Tiştanok, Qewlerk, Helbesten Gelerî, Gotubej, Stranen gelerî, Methelok û  Pekenok nivîsîne û  pirtukxaneya Kurdî bi van zargotinen heja xemilandiye. Ne bi tene di van mijaran da, le nivîskar Ayhane Bertî xwe berdaye nava xaka pîroz a Mezopotamyaye û  li gor gelek çavkaniyen ku xwe disperin Biblia Hebraica, Biblia Hebraica Stuttgartenssia û Westcott û Hort ji Pirtuken Pîroz (Zebur û Încîl), jî li zimane Kurdî wergerandiye ku ev werger hem di ware zimen û  hem jî di ware rastiya wateya bejeyan de ji hemu wergeren di zimane
Kurdî de wergera yekane ye, behempa ye û  be qisur e. Herweha ji berhemen nivîskar Dîroka Împeratoriyen Berî zayîne ya ji 5 cildan pek te, Împeratoriya Med û  Eşîra Bertiyan jî weke pirojeyek serkeftî encam daye û  ev berhem îro li ber deste xwendevanen Kurd in û  pirtukxaneya Kurdî pe dewlemend buye, ev pirtuk gişt li ser bingehek zanistî u akademîk hatine nivîsîn. Ji van berheman dîsa pirtuka Eşîra Bertiyan jî di ware lekolîn û  danasîna çand û  jiyana
eşîrekî Kurd a koçer de xebatekî yekane ye.
Ayhane Bertî îcar jî pirtuka bi nave „Folklora Zimanekî Birîndar” ku ji 435 rupelan pek te xistiye ber deste me. Ji egera nebuna desthilatek netewî serbixwe, gele Kurd tuşî talankirin û  jinavbirine bu, Kurd bi direjiya dîroke ji bo parastina ziman û  kultura xwe hevrikî gelek qonaxen sext u dijwar bune, le di ser ve hemuye re, we gele Kurd şiya mohra xwe li dîroke bixe û  Folklora xwe bipareze. Her çend beşek ji bermaye dagîrkirine gihaye roja îro, beşek jî li ser xwe parvekiriye û  beşa herî girîng, îro he be lekolîn maye, bi alîkariya kesen mîna Ayhane Bertî, di nava rupelen ve
pirtuke de aliyek girîng ji ve edebiyate hatiye peşkeşkirin u rizgarkirin.
Nivîskar û  lekolînvane Kurd, Ayhane Bertî ligel temena xwe ya ciwan, heta îro gelek berhemen heja beşdarî pirtukxaneya Kurdî kirine. Wî hem bi ve berheme û  hem jî bi heşt berhemen xwe yen ku beriya ve hatibun weşandin mandîbunek yekcar zor û  berpirsyariyek dîrokî, netewî û  mirovatiye
pek aniye û  he jî li peşiya wî gelek xebaten heja hene.
Bertî be rawestin bi rewîtiya xwe ya nivîskariya Kurdî berdewam dike, ew bi van şiyan û  zehmetiyan gihaye encama berhemdariya keda xwe.
Pewîste ku nivîskariya Kurdî li ser ve riya pîroz berdewam be, ji ber ku em hemu qerzaren dîroka xwe ne, dem û  nifşen dahatî li benda berhemen nivîskaren Kurd en mîna Ayhane Bertî ne, yen ku li rastiya dîroke dikolin, ziman, dîrok u folklora Kurdî diparezin û  birînen xwe û  gele xwe ye bindest bi desten xwe derman dikin. Bi ya min şayanî gotine ye ku dive ev berhemen Ayhane Bertî di zanîngehen Kurdistane de wekî pirtuken perwerdehiye ben bikaranîn. Ez ji dil nivîskar Ayhane Bertî pîroz dikim û  dibejim: Dest û  tiliyen wî yen zerîn her bimînin û  ji bo peşeroje serkeftine ji xebaten wî re dixwazim.
 
Fehmî Balayî
Seroke Enstîtuya Kurdî ya Almanyaye
Berlîn, 21.01.2011

Back to top button