Polîtîk

Malikî spasiya aliyê kurda! kir

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve pîroz kir û got: “Spas û rêza min ji bo wan aliyên kurdî heye, ku nîşan dan li dijî parçebûna Iraqê ne.”Piştî dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî peyamek belav kir û got: “Ji ber vê serkeftina mezin a destûrî, pîrozbahiyê li hemû gel û pêkhateyên Iraqê dikim, ku ji bo parastina serwerî, yekîtiya xak û samanên Iraqê tekoşîn kirin.”Malîkî di peyama xwe de spasiya artêş, polîs, Heşda Şeibî û pêşmerge kiriye, ku bi gotina wî “ji bo piştgiriya destûr û serweriya yasa, li dijî referandoma Kurdistanê û parçebûna Iraqê” sekinîne.Malîkî herwiha got: “Ez her wiha spasî û rêzên xwe ji bo wan alî û partiyên kurdî tînim ziman, ku dilsoziya xwe ya li gel welêt nîşan dan û li dijî îradeya parçekirinê sekinîn.”Ev di demekî de ye ku Fermandehiya Giştî ya Pêşmerge rêkeftina beşek ji hêzên YNKê bi Heşda Şeibî re wek “xiyanetek mezin û dîrokî” bi nav kiribû. 

Back to top button