Civak
Derbasi nava Şingalê bûn
Çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê derbasî nav bajarê Şingalê jî bûn û dest danîn ser bajêr.Îro danê sibê milîsên şîe û hêzên Iraqî êrişî Şingalê kirin û bajar girtin. Çekdarên Heşda Şeibî alaya Iraqê û alaya xwe li ser avahiyên fermî yên bajêr daliqandin.Tê gotin ku ti şer û pevçûnek di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de derneketiye.Piraniya çekdarên Heşda Şebê yên ketine Şingalê Ezidî ne.Heşda Şeibî duh jî êrişî bajarê Kerkûkê kiribûn û ew bajarê Kurdistanê jî dagîr kiribûn.