CivakPolîtîk

DAÎŞê jî êrîş kir

Piştî êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ya ser bajarê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê jî li başûrê rojavayê Kerkûkê êrîşê navçeya Dubizê û gundan kirin.Çavkaniyekê ji deverê ji Rûdawê re ragihand: “DAIŞiyan ji aliyê Xiraberût ve êrîşê taxa Şûheda ya Dubizê kirin. Demjimêr 16.00ê êvarî ve tenê Polîsên Federal li Dubizê mane.”Li gorî ragihandina heman çavkaniyê, Pira Kûbiyan a di navbera taxên Mûsil û Kerkûkê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye teqandin.Li gorî zanyariyên Rûdawê, piştî êrîşa DAIŞê, piraniya nîştecihên navçeya Dubizê revîne. Herwiha kurdên di nava Polîsên Federal de revîne.Ji aliyê din ve çekdaran xwe gihandine gundên Meleh û Tiwêlayê.

Back to top button