Polîtîk

Ew dengê we yê bilind ji bo serxwebûnê tu cara valê naçe û valê jî nadin

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani piştê radstkirina Kerkûkê bi planekî Îranî , îro evarê peyamek ji bo gelên Kurdistanê ragihand. Peyama Mesud Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanCemawerê xweşdiviyê KurdistanêRaya giştiya Kurdistan, Iraq û cîhanêBi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê li bin gef û zulmê da bûye û mafên wê hatiye binpêkirin. Li vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevaniyê li nasnameya xwe kiriye û rastî jenosayd û komkujiyê hatiye ku ya dawî jî êrîşa dirindaneya terorîstên Da’îş bûye li ser Kurdistanê û jenosayda Kurdên Êzîdî. Li gel eve da jî gelê Kurdistanê herdem li rêya çareseriya aştiyane da hengav avêtiye û tu demekî me şer nexwestiye, belku şer li ser me da hatiye sepandin û hemû hewlên me ji bo çareseriya aştiyane bûye ji bo mayîna me û gihîştina armancên me. Armanca me ya serekî jî herdem asayîş û mafên gelê Kurdistanê bûye.Hemwelatiyên xweşdivîEwê li bajarê Kerkûkê rû daye, derencama biryara yek aliyaneya çend kesek li nav aliyekî siyasiya navxweya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin paşve vekişin û li encama vê paşvekişanê, hêla temasa pêş destpêkirina operasyona azadkirina Musil li 17.10.2016 li navbera Bexda û Hewlêrê bûye bi bingeha hevdû têgihîştina li çawayiya belavbûna hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê.Cemawerê Kurdistanê piştrast dikîn ewê pêwîste û tê kirin, bi navê parastina destkeftên me û aramî û asayîşa xelkê da encam didîn.Niha jî dakokiyê li ser parastina yekrêzî û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasiyan dikîn û daxwazê ji dezgehên ragihandinê dikim bi giştî li çarçoweya hestkirina bi berpirsiyarêtiya neteweyî û niştîmanî muamele li gel rewşa hestiyara Kurdistan û Iraqê da bikin.Gelê xweragirê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexş, Pêşmergeyên qehreman, kesukarê şehîdên me yên serbilind, ew xwîna zarokên we li rêya azadiya Kurdistanê de bexşiye û îro jî her tê bexşîn, ew dengê zelala bilinda ku we ji bo serxwebûna Kurdistanê xistiyerû û we gihande hemû gelan û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi vala naçê û bi vala jî nadîn.Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û zarok û gedeyên qehreman zû yan dereng her digihe armancên xwe yên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûne bi hêz û yekrêziya gelê me.Mesûd Barzanî17.10.2017 

Back to top button