Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere dike, îro Heşda Şeibî bi çekê û tankên Amerîkî ji du eniyan ve êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir.Wek daxuyaniyiya Encûmena Asayişê amaje pê kiriye, êrîşa Heşda Şeibî li eniya Taze – Kerkûk û pireya Meryem Bek bûye û Pêşmerge jî karî êrîşê têk bişikîne.Di êrîşê de nêzîkî 5 Hemer û otombîlên leşkerî yên Heşda Şeibî hatin şewitandin.Encûmena Asayişê di daxuyaniyê de aşkere dike, ku Heşda Şeibî ji aliyên tê piştevanîkirin, bi çek, tank û hemerên Amerîkî êrîş birin ser hêza Pêşmerge.Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, hêza Pêşmerge berdewam dibe di berevanîkirina gel û xaka Kurdistanê de.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya
Têkildar
Balkêş e ?
Close - DEM şeredara Silopî ji Partiyê ixrac dike03/07/2025