CivakPolîtîk

Xiyanet û xwefiroş

Beşek ji hêzên pêşmerge yên ser bi YNKê çeperên xwe li devera Til Werd bêyî şer vala kirin û paş ve vekişiyan.Peyamnêrê Rûdawê li Til Werdê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Ew hêza ku li Tilwerdê bûn ser biYekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûn, ji duh şev ve amadekarî bow ê yekê kiribûn ku paşve vekişin û her ji şeva bihorî de wisa xuya bûye ku barê xwe bo terikandina deverê amade kiribin, bêyî ku ti fîşekekê biteqînin, Til Werd vala kirin.”Peyamnêrê Rûdawê dibêje: “Dema ku min pirsyar ji wan pêşmergeyan dikir, ku gelo hûn çima vaal dikin, wan digotin ku ji serî ve ferman bi me hatiye kirin, ku em ber bi paş ve vekişin.”Herwiha peyamnêrê Rûdawê li ser rêya Taze Xurmato û Bexdayê, Helkewt Ezîz jî diyar kir, heta danê sibê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva çekdarên Heşda şeibî dan.Helkewt Ezîz dibêje: “Hêzên pêşmerge li benda hêza piştevaniyê bûne, lê belê ji ber ku ti hêzên piştevaniyê neçûne alîkariya wan, vekişiyane.”Ezîz got: “Dema ku me derbarê sedema vekişîna wan de pirsyar ji pêşmergeyan kir, wan bersiv dank u hêza piştevaniyê bo alîakriya wan neçûye, ji ber wê ew neçar mane ku vekişin, eger ew nevekişiayaban, dê bi dehan pêşmerge şehîd biban, ji ber wê ew neçar bûn ku ji bilindahiyên nahiyeya Taze ve vekişin.”Peyamnêrê Rûdawê tekez kir: “Eger ew bilindahî bikevine destê çekdarên Heşda Şeibî, dê zirareke mezin bigihîje pêşmergeyan.”Bi gotina peyamnêrê me, pêşmerge dibêjin; “em hatine firotin” û dibêjin: “Egr em nehatibana firotin ji demjimêr 02:00ê şev ve em şer dikin, kes nikare bê beramberê me.”Bo piştevanî û girtina cihê wan hêzên ku vekişîne, zêdetir ji du lîwayên pêşmerge bi tevahiya pêwîstiyên serbazî ber bi sînorê Kerkûkê ve hatin birêkirin. Cîgirê Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî, Seyid Hejar ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemî 16-10-2017 zêdetir ji du lîwayên pêşmerge ku ji supayên 4 û 5 ên pêşmerge û beşek ji supayên 1, 2 û 3 ên Pêşmergeyê Zêrevanî pêk tên, bi hemû pêdawîstiyên şer ve ber bi sînorê Kerkûkê hatin şandin.”Seyid Hejar got: “Hemû ew hêzên ku ber bi Kerkûkê ve çûne, tevahiya pêdawîstiyan bi wan re ye û tekez kir: Hêzên Yedek (ihtiyat) û hêzên navçeyên din jî li cihê xwe ne.”Artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ji derengiya şeva bihorî ve dest bi êrişa bo ser Kerkûkê kirin û li çend cihan şer di navbera hêzên pêşmerge û hêzên iraqî de derket.Piştî çend saet şer, beşek ji hêzên pêşmerge yên YNKê ku li Til Werdê hatibûn bicihkirin, bêyî şer çeperên xwe berdan û ji Til Werdê vekişiyan.Liqa 3 a PDKê li Kerkûkê pêştir ragihandibû: “Supaya 4 a Zêrevaniyê û Lîwaya 2 a Pêşmerge gihîştine Til Werdê.”Liqa 3 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand, piştî ku beşek ji hêzên pêşmerge yên ser bi YNKê ve devera Til Werd a li başûrê rojavayê Kerkûkê vala kirin û çeperên xwe terk kirin, Supaya 4 a Zêrevanî û Lîwaya 2 a Hêza Pêşmerge ji bo ku cihê wan bigirin û rê li pêşveçûna hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bigirin, gihîştin Til Werdê.Peyamnêrê Rûdawê ragihand, hêzên pêşmerge dest bi dije êrişê li hember çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê kirine û rûbirûyê wan bûne

Back to top button