Polîtîk

Hikûmeta Îraqê hebûn PKK li Kerkûkê ji bo azirandina Tirkiyeyê bikartîne

Ofîsa ragehandinê ya serokwezîrê Îraqê, di daxuyaniya civîna îro (15.10.2017) ya birêz serokwezîrê Îraqê digel civata wezarî ya Ewlekariya Niştimaniya Îraqê weşandî, tê de herêma Kurdistanê bi komkirina hêzê, bi cîkirina hêzên PKK li devera Kerkûkê, ferizkirina defacto û rêgirtin li vegeriyana koçberan gunehbar dike, herwesa, di wê daxuyaniyê de dibêje ku Herêma Kurdistanê referendum ji bona parastian berjewendiyên aliyekî encam daye û careke din gefan li Herêma Kurdistanê dikin.Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta Herêma Kurdistanê wan îdiyayên hikûmeta Îraqê red dike û diblje:- Yên ku bi eşkereyî gefên bikaranîna hêzê li dijî Herêma Kurdistanê dikin û demek diyarkirî ji bona paşdevekişîna hêzên pêşmerge ji wan deveran yên ku arteşa Îraqê berdabûn û pêşmerge bi can û xûnê ji bin destê DAÎŞê azad kirin, hikûmeta Îraqê û Heşda Şabî ye, ne Herêma Kurdistanê ye.- Referenduma Herêma Kurdistanê ku 92% xelkê Kurdistanê bi Belê deng da û kurdistaniyan bi hemû pêkhate, alî û arasteyên siyasî beşdarî tê de kir, wê rastiyaê derdixe hole ku ew piroses pirosesek medenî û demokrasî bû û xwestka tevaya gelê Kurdistanê ye, ne bi tenê ya aliyekî ye, her weke hikûmeta Îraqê îdîya dike.Li dor bi cîkirina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên ser bi wîlayeta Kerkûkê ve, peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje:- Tiştek zelal û eşkereye ku tometa bicîkirina hêzên PKK yan li jêr her navek din be ku, zêdetir ji du salane li hindek deverên ser bi Kerkûk û Şingalê bi cî bûne, weke vekirina ofîsên wan li Bexdayê, bi piştgirî û hevkariya timam ya hikûmeta Îraqê bûye û bi berdewamî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hevkaîr jê re hatiye kirin.Tiştek eşkereye ku azirandina vê pirsê di vê dem û qonaxê de bi timamî pirsek siyasîye û ji bo azirandina Tirkiyeyê ye ku ji bo wê ev pirs pirsek gelek hesas e.Li dor îdîyaya hikûmeta Îraqê ku qaşo Herêma Kurdistanê rê pêşiya vegeriyana koçberan digire, Dizeyî dibêje:- Dixuyê birêz serokwezîrê Îraqê û hikûmeta Îraqê jibîr kiriye ku nêzîkî milyonek û pêncsedhezar koçberên Îraqê dema lê qewimiya, wan nexwest ber bi deverên din yên Îraqê yên jêr desthilata hikûmeta Îraqê biçin, lê wan koçberan qesta herêma Kurdistanê kir û Herêma Kurdistanê bi her awayî hevkarî jê re kir, niha jî bi hezaran ji wan koçberan naxwazin bo ser mal û milkên xwe yên jêr desthilata hikûmeta Îraqê veger in. ev jî ne guneha Herêma Kurdistanê ye ku wan koçberan bawerî bi hikûmeta Îraqê nemaye, eger ew koçber bixwazin vegerin hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hêsankariyan jê re bike.Li dor bicîbûna pêşmerge li deverên madeya 140ê, peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje:- Herêma Kurdistanê li ser daxwaz hikûmeta Îraqê ya wê demê û ji bona parastina wan deveran, pêşmerge li wan deveran bi cî kir û rê neda ew dever jî bi derdê deverên din biçin, pêşmerge hemû ew dever azad kirin yên ku arteşa Îraq di şevekê de berdabûn. Çênabe hikûmeta Îraqê ji bo kontirolkirina wan deveran gefên bikaranîna hêzê bike, lê ji bo çareseriya timama pirsgirêkan bi tenê yek rê heye ew jî rêya lojîk, lihevtêgihiştin û diyalogê ye, em carek din dibêjin ku Herêma Kurdistanê ji diyalogê re amade ye.

Back to top button