Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike hemû ji bo qonaxa bê xwe amade bikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi peyamekê cejina Qurbanê pîroz dike û hêvî deke ku hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê nazikiya rewşa heye û giringiya bihevrekarkirinê li ber çavan bigirin û bi hev re ji bo qonxa bê xwe amade bikin.Tekste Peyamê:Cejina Qurbanê, destpêkê, ez li malbatên serbilindên şehîdan, û paşî jî li tevaya misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim. Di vê cejinê de dema em şehîdên xwe yên nemir bi qedir û qîmet bibîrtînin û li hember canê paqijê wan de bejina xwe diçemînin, hêvîdarim hemû aliyek cejinê bi xweşî, şadî, aramî û bi nav tenahiyê de derbas bikin û ev cejin bibe palderek ji bo xurtkirina canê pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanmê.Cejina Qurbanê di demkê de tê ku, hêşta Kurdistan û dever bi giştî di rewşeke aloz de derbas dibe û ji derencama wan kirîzên rastî Herêma Kurdistanê hatine, rewşeke nexwestek xulqandiye, lê di hema demê de jî hêviyek mezin ji bona gihştin bi hêvî û mafên rewayên gelê Kurdistanê di asoyê de xuya dibe û piştî gelek salan ji xebat û qurbanîdanê, gelê me ber bi gihiştina wêstgehê dawiyê gavan diavêje.Yekêtî, yekrêzî, pêkvejiyan û hevkariya navbera hemû aliyan û pêkhateyên Kurdistanê de, rêya gihştina bi armancên me nêzîktir dike, ji ber vê yekê ez hêvîdar im hemû pêkhate û aliyên Kurdistanê nazikiya vê rewşê û giringiya bihevrekarkirinê ji bona gihiştin bi serkeftina yekcarî û bi destxistina timama mafên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin û em hemû bi hev re lêbixebitin ku hemû pirsgirêk û giriftariyan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin û xwe ji bo qonaxa bê amade bikin.Cejineke aram û xweş ji bo hemûyan dixwazim, bi hêviya gelê Kurdistanê cejin û minasibetên bên di bin siha Kurdistaneke bi timama mafên xwe gihiştî û dûr ji şer û terorê û aloziyan pîroz bikin û hemû xûşk û birayên me yên koçber û penaber, ji hemû pêkhateyên olî û neteweyî, bi serferazî bo ser mal û milkê bavê kalên xwe vegerin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê31.08.2017