Civak

Cihên ku pêşmerge rizgar kiribe Kurdistan e

Li gor nûçeya Rûdawê, di yekemîn roja Cejna Qurbanê de (01-09-2017), Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl çû navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kir.Resûl piştî pîrozkirina cejna pêşmergeyan ji Rûdawê re ragihand: “Em ji bo pîrozkirina cejna birayên xwe yên pêşmerge hatine. Ew zêdetirî 3 salan e li vê eniyê berevaniya kurd û Kurdistanê dikin. Di cejn3e de jî mal û zarokên xwe bicîh hiştine û li vir in. Ew di oxira Kurdistanê de şehîd dibin. Lewma em hatin beşdarî cejna wan bibin, bi hevre xwarina cejnê bixwin.”Derbarê amadekariyên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li herêmên nakok jî Resûl got: “Biryar hatiye dayîn li hemû navçeyên Kurdistanê giştpirsî were kirin. Ew cihên ku pêşmerge lê ne û bi destê pêşmerge hatibine rizgarkirin dê vegerin ser Herêma Kurdistanê.”Hêjayê gotinê ye, ku di nava du mehên derbasbûyî de çekdarên DAIŞê bi dehan caran êrîşê çeperên pêşmerge li Xurmatû kiriye lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv daye wan.Navçeya Xurmatu ser bi parêzeha Selahedîn a Iraqê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê, bajarê Tikrîtê ve dûr e.Xurmatû yek ji navçeya Kurdistanê ye ku dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara gelheya navçeyê 220 hezarin. 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.

Back to top button