Baroya Diyarbekir: Êdî bes e !
Baroya Diyarbekir kuştina xelkê sivî ji aliyê PKKê ve şermezar dike..Di derbarê şerî hayî û taybetî kuştina insanîn sivîl de, Baroya Diyarbekir daxûyaniyek belav kir. Baroyê di malpera xwe a fermi de bi zimanê Tirkî daxûyaniyek di derbarê şer de ragihand û dibêje : EDÎ BES E..Daxûyaniya Baroya Diyarbekir:
Eve 30 salin li herêma şer e, nêzikî 40.000 insanên me jiyana xwe ji dest dan.Sala 2013ê bi pişgiriyek girsehî pêvajoya çareseriyê destpêkir û şer sekinî.Mixabin ev pêvajo wek daxwaziya civakê rêve neçû. Pêvajo li dijê daxwaziyên civakî dawî hat. Aşitiya civakê pêknehat.24ê Temmuza 2015ê li Serêkaniyê du polis bi bûyerek tarî de hatin kuştin.Li gel vê bûyera tarî pêvajoya şer cardin destpêkir û heta niha berdewame. 2.722 insanên me jiyana xwe ji dest dan.Herî dawî 28.08.2017ê li Qilebana Şirnexê 3 karkerên li ser rê kar dikiran û li Licê kuştina hemwelatiyek sivîl gihat hedekî ku ev yek nayê qebûl kirin. Em vê yekê şermezar dikin.Em rehmeta xwedê ji kesên jiyana xwe di vam bûyeran de ji dest dayîn re dixwazin serê malbata wan saxbe.Em wek Baroya Diyarbekir, her bûyera li himber xelkê sivîl red dikin û em bawerin hemû pirsgirêk ji tundiyê dûr bi rêyên diyalogê têne çareserkirin. Her çareseriya ne bi rêyên demokratik û siyasetê be pirsgirêkan kûrtir dike û çareser nake.Bi van sedeman em dibêjin midaxeleya li himber jiyanêre; hêdî bes e.Serokatiya Baroya DiyarbekirWerger: Rojevakurd