Rejima Suriye, Hizbillaha Libnanî û DAÎŞê hevhatinek pêkanîn û gora li vê hevhatinê, aliyan girtî hatin berdan û çekdarên DAÎŞê ji hidûdê Libnan û Suriye xwe vedikişînin û ber bi hidûdê Iraqê ve tên.Li ser vê bûyerê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û da xûyakirin ew bi vê li hevhatinê bi gumanin.Daxûyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de dibêje: “Li gor rêkeftinekî di navbera terorîstên DAIŞê û Hizbûlaha Lubnanê û rejîma Esed bi sedan çekdarê DAIŞê li navçeyên sînorê Lubnanê bicîhiştin û bi çek û teqemeniyên xwe ber bi sînorên Iraqê ve hatin veguheztin.Em weke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe beramber wê yekê nîşandidin û weke karekî gumankirî bi navdikin û gelek pirsan jî li pey xwe tîne û daxwaz dikin ku hemû aliyên pêwendîdar li navçeyê helwesta xwe derbarê vî karî de bikin.”Wek tê zanin berê jî bi siyaseta Îranê berê teroristên DAÎŞê dan Kurdistanê. Niha cardin heman senaryo di rojevê de ye. Taybetî vê dema ku referanduma serxwebûna Kurdistanê di rojeva siyasî de ye û pêvajoya serxwebûnê destpêkiriye, Îran li gel rejima Suriye hewldan û leyiztikên din dike. Ev rêvketin jî dixweyê leyiztikek ya Îranê ye.