Polîtîk
Ciwanên Kurdistanê ji bo serxwebûnê xebatê dikin

Ciwanên Kurdistanê bi karek hevbeş li ser rêbaza Barzanî kar û xebatê ji bo serxwebûna Kurdistanê dikin.Li Hewlêr li avahiya Yekitîya Lawanên Kurdistan di navbera ciwanên sê beşên Kurdistanê de hevdîtinek pêkhat. Di hevdîtinê de, sekreterê Yekitîya Lawanên Kurdistan, sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê û berpirsên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanê-Rojava amade bûn.


