Polîtîk

Barzanî: Hinek kesan hewildan Cewher dijatîya Partiyê bike

Di merasimê de ji aliyê serokê parlamneto û kutleyên nava parlamentoyê Kurdistanê gotar pêşkeş kirin. Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di gotara xwe de behsa rola Cewher Namiq di şoreşa kurdî de kir û got:

– Cewher Namiq karî cîyê xwe di nav dilê milyonan kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de bike. Di sala 1976ê de wî karî xwe bi gopalekî bigihîne nav şoreşê û roleke mezin di pêkanîna Serkirdayetiya Demkî ya Partiyê  de hebû. Şanaziye ji bo Partî û gelê kurd ku xebatkerekê zana û hişiyar yê weke kak Cewher Namiq perwerde bike.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de behsa dûrketina Cewher Namiq ji serokatiyê Partiyê kir û got:

– Di sala 2003ê de kak cewher Namiq sekreterê Partî bû, jiber bîrûrayên xwe yên taybet  xwe ji berpirsiyariyê vekişand, lê tiştekî wisa nekir ku ziyanê bigihîne Partiyê, ji sala 2003ê heta 2011ê li mal xwe rûnişt, lê di dil de wî xwe xwediyê kelepûrê Partî dizanî. Hinek kesan hewildan wî bêxine di çeperê dijatîkirin Partiyê de, lê ew hertim li ser exlaqê xwe yê blind yê siyasî di xebatê de ma. Çunkî ew perwerdeyê dibistana Partiyê bû. Di van demên dawiyê de wî gelek nivîs nivîsîn, lê em ne bi gotarên wî narehet dibûn û ne jî bi hizr û ramanên wî dilgiran dibûn, çunkî me dizanî kak Cewher ji niyeta xwe ya çakiyê wan nivîsan diweşîne.

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK di berdewamiya gotara xwe de got ku Cewher Namiq di sala 1976ê de digel çen hevalên xwe di nav şevên tarî de xwe gihande bakûrê Kurdistanê û 9 mehan li mala çend welatperwerên bakûr veşart heta derfet jê re paydabû û xwe gihande başûrê Kurdistanê dest bi xebat û berxwedanê kir û got:

– Li dûrtrîn devera Germiyan li başûr heta balatirîn devera bakûr ew nimuneya kadiro û serkirdeyê fedekar û netewî bû. Ji ber hindê jî ew û hevalên wî piştî Serkirdayetiya Demkî li sala 1976ê û vir de ew bûne sembolên yekbûna xebat û berxwedanê li hemû parçên Kurdistanê.

Cîgirê serokê PDKê got ku wî berdewam peywedî digel Cewher Namiq hebûn

 

Back to top button