Pêşmerge ji Kerkûkê vekişiyan

Şûnkarê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Enwerê Hacî Osman diyar kir ku, bi fermana serokatiya herêma Kurdistanê, hêzên pêşmerge ji parêzgeha Kerkûkê vekişiyan.

Enwerê Hacî Osman ji AKnewsê re axivî û got: piştî ku rewşa parêzgeha Kerkûkê aram bû, bi fermana serokatiya herêma Kurdistanê, hêzên pêşmerge ji wir vekişiyan.

Osamn got jî ku, kengê pêwîst bike dîsa hêzên pêşmerge dê bên şandin û wiha pêde çû:

“Niha tenê  lîwayek hêzên me li parêzgeha Kerkûkê ne. Heke dîsa pêwîst kir, wek 25ê sibatê, em dê hêz bişînin û aramiya deverê biparêzin.”

Şûnkarê wezareta pêşmerge spasiya hemû xelkên Kerkûkê kir ku di dema hêzên wan li wir bûn, hevkariya wan kirine.

 Wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê, ji ber metirsiya êrişên hinek aliyên şoven û radîkal li dijî Kurdan û dezgehên kurdî yên li parêzgehan Kerkûkê, 25ê Sibatê, hinek hêz bo parastina aramiya deverê û Kurdan şandibû wir.

Nêrînek

  1. Chima vegeriyan? Kerkûk ne Kurdistan e ma? Gelo Bashûrî jî statûya Kerkûkê dihêlin ji gotûbêjan re?\r\n\r\nKurdan carekê înîsiyatîv winda kirine di pirsgirêka Kerkûkê de. Diviyabû sala 2003, deverên dabirrayî azad bikirana.\r\n\r\nNe DYA dost e, ne YE, ne Rûsya Chîn… Li rûyê vê erdxanê (dinyayê) her kes li berjewendiya xwe digere.\r\n\r\nSerokkomar Kurd e, serfermandarê artêsa Îraqê Kurd e, chendîn mînîster (wezîr) Kurd in… Lê Kurd li Îraqê li devê xelkê dinêrin. Ev chi hal e?!\r\n\r\nEz nabêjim bila sher bikin, rêbazên mîlîtarîst bikarbînin, na. Pere û artês hebe, dîplomasiyê de mirov bihêz e. Pereyê we heye, artêsa we jî heye. Lê di dîplomasiyê de hûn bi qasî Tirkomanan ne xurt in. \r\n\r\nBinêrin Tirkomanan her tisht bidest xistin. Amadekariyên otonomiyê dikin, chek dikirrin. Li Tirkiyeyê (Stenbol, Konya û Spartayê mîlîsên Tirkomanan tên perwerdekirin. Tenê hûn nabînin. Tenê hûn milyaket in di di vê erdxanê de..\r\n\r\nPirraniya zana û pisporên Tirkan di TVan de bo we dibêjin “îradeya wan di di destên me de ye”. \r\n\r\nQaddafî digot: “Kurdên Îraqê bixwestana dikaribûn dewletek azad jî ava bikirana lê naxwazin, ez wekî Erebek wan rexne dikim, nexapin bi biratiya Ereban”.\r\n\r\nXwezî pêsmerge li welatê xwe, li Kerkûkê biman.

Nerîna min :