Cîhan

Îran qebûl nakê Iraq dabeş bibe û li dijê serxwebûna Kurdistanê ye

Piştî diyarkirina roja referanduma serxwebûnê, welatên dagirker ji bo rê li vê bûyerê bigrin ketine di nava leptekî de. Di serîde Îran ji bo referendum û serxwebûna Kurdistanê pêknewê daxûyaniyên tund dide.Di çerçova vê pirsê de serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî sardana Tehranê kir û li  gel rêberê olî Ayetullah Elî Xaminêyî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hevdîtin pêkanîn.Di van hevdîtina de mijara sereke referanduma serxwebûna Kurdistanê bû. Di hevdîtinê de Ayetullah Elî Xaminêyî gotiye: Em rê nadin axa Iraqê parçe bibe û em li dijê hemû dîtinên cudabûnê û dabeşkirina axa Iraqê.Herweha serokkomarê Îranê jî da xûyakirin ku: Her tevgerek ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê lawaz bike, di berjewendiya ti kesî de nîne û nayê qrbûlkirin.Serokwezîrê Iraqê Ebadi jî da xûyakirin ku, dabeşkirina qxa Iraqê ne karekî yasayi ye.

Back to top button