Polîtîk

Nûnêrê YN ji bo pirsa referandumê serdana Kurdistanê kir

Şandeke Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi serokatiya Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûnê, têkiliyên Bexda û Hewlêrê û herwiha nirxandina rewşa Iraqê û deverê serdana Herêma Kurdistanê kir.Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û referandûm û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê nirxandin û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî di vê civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku referandum mekanîzmeke demokratîk ji bo zanîna xwasteka hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ye û niha û di paşerojê de jî Kurdistan dibe beşek ji faktora çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên deverê.Mesrûr Barzanî derbarê referanduma serxwebûnê de herwiha destnîşan kiriye: “Bo mijara giştpirsiyê rêkarên destûrî hatine cîbicîkirin, çimku li gorî Destûra Iraqê pabendnebûna Bexdayê bi destûr, ew derî ji gelê me re vala hiştiye, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Ji bilî wê jî, em dê li gel Bexdayê li ser diyalogek aştiyane û avaker berdewam bin, ji bo gihîştina bi encamekê ku rêz li xwastek û îradeya hevwelatiyan were girtin.”

Back to top button