Civak

YBŞ êrîşê Pêşergeyan kir

Li devera Sinûnê çekdarên PKKê bi çekan êrîşê hêzekê Pêşmergeya kiriye. Li ser vê bûyerê berdevkê wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê daxûyaniyek da.Helgurd Hikmet di daxûyaniya xwe de dibêje: Êvara roja 2ê Adara 2017ê Hêzên Pêşmerge li nahyeya Sinûnê mijûlî proseyekî asayî yê bicîhkirina yekîneyekê xwe bûn. Ji aliyê grûbekê ser bi PKKê ve hatine astengkirin û paşî teqe li Hêzên Pêşmerge hatiye kirin. Em di vir de radigihînin, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li nav xaka Kurdistanê azad e û li ku derê bixwaze dikare hêzên xwe bixe tevgerê yan jî bicîh bike. Ji bo vê jî destûrê ji ti kesan wernagre.”Di daxuyaniyê de Hîkmet tekez kir, ku pêşmerge erkê xwe yê parastina Kurdistanê bicîh tîne, ti daxwazeke wan ê şer nîne û herwiha naxwazin li herêmê di şer û pevçûnek jî derbikeve.

Back to top button