Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd.Di bîranîna xwe ya heftemîn de.Gelo Rezoyê Osê di pirtûka xwe ya bi navê ”Berhemên Rezoyê Osê Koma 1 , rûpel 16”, de çi daxazê li nivîskar û rexnevanên zimanê kurdî dike?.Rezo dibêje:… Eger em dixwazin pêşketinekê diyar û berçav têxin wêje, çande û tora Kurdî de /bi kêmanî zaravê Kurmancî /, divê em bi hev re hişk bin, lê ji hev re ne serhişk bin. Divê bi hişkî gewre û dilekî mazin li rexne û rexnegirtinên hev binerin û wan bi dilxweşî, bi dilşadî wergirin, Ji ber ku gava pêşî di riya pêşketina torevanî de, bi vî rengî dest pê dike.Lê eger em bi bihntengî û sergermî bi hev re bimeşin, wê firaza me ne paqij be, wê qezincên me beyhode bin û wê ziyanên me jî pir û mezin bin.Em in, hêvî, em in mûjde, di vê taristana toreya Kurdî de. Belê. Li gor kar û zanîna xwe, em dikarin vê taristanê, bi mûm û findan, ji hev bela bikin. Lê divê ku em, vî agirî, di şerên beranî de, bi bedena xwe nexin.Îro roj karin hêja, di vê riyê de, dibin. Lê mixabin ku xav û xil, ji ber ku bê semyan in, dimînin. Loma “Pezê bê şivan diterqe” û ” Hespê bê reşme nayê ber bêr”. Wilo jî, ”Ava cobaran nekevê makeciwê, winda dibe”. Belê, divê em xwe ji warê bêsemyanî û windakirinê derxin…Rezoyê OsêDi esmanê wêjeya kurdî de Rezoyê Osê bi pênûs û nivîsandinên xwe weke stêreke geş zindî maye û wê bimîne.Samî Mela Ehmedê NamîStockholm. 2017.03.04