CivakPolîtîk

Alamanya pişgiriyek mezin ji bo Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, digel Franz Josef  Krymp balyozê Alamanya li Îraqê û şandeya pê re civiya û tekîd li ser xurtirkirina têkeliyên navbera her du aliyan de hat kirin.Balyozê Alamanyayê behsa serdanan xwe ya bo bereyên cenga dijî Terorê û kampên koçberan kir û rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina hemû pêkhateyên cuda yên deverê ji tirs û gefên terorîstan bilind nirxand, herwesa, hevahengiya di warê leşkerî de ku di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa federal di rûbirûbûna terorê de bi pêngaveke erênî wesif kir.Şandeya Almaniyayê behsa wê sentera li zanîngeha Duhokê, ji bo çareserkirina rizgarbûyên ji destê terorîstên DAÎŞ, bi taybetî çareserkirina jinên ji destê DAÎŞê rizgarbûne hatiye vekirin,  kir û got ku ew dê hewil din wê senterê berfirehtir bikin û senterek din jî veken daku di warê derunî/nefsî alîkariya wan jinên ji destê terorîstên DAÎŞ rizgarbûne bikin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hikûmeta Almaniyayê kir ku bi berdewamî di warên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê dike û vekirina sentera çareserkirina jinên ji destê terorîstan rizgarbûne li zanîngeha Duhokê, bilind nirxand. Serokwezîr sipasiya wan hermên Almaniyayê kir ku, alîkariya koçber û penaberên destê terorê,  bi taybetî kurdên êzidî dikin, kir.Serokwezîr got ku têkeliyên navbera Almaniya û Herêma Kurdistanê di sewîyeyk baş dene û hêvî kir ku ew têkelî di hemû waran de zêdetir xurt û berfireh bibin. 

Back to top button