Îro serê sibê li bajarokeke ser bi Şingalê şer di navbera hêzeke Pêşmergeyên roj û hêzên YBŞ (Hêzên Berxwedana Şingalê) ya ser bi PKKê derket.Doh hêzek ya Pêşmergeyên Roj ku pêşmergeyên Kurdistana Suriyene, li sinorê Kurdistana Rojava cêh bûn. Lê çêkdarên PKKê li Şingalê nexwestin ew li wê deverê cih bibin û daxwaz ji wan kirin ku şûnve herin. Li ser vê yekê di navbera herdu aliyan de şer derket.Di derbarê şer de Rûdawê hinek agahdarî belav kirin.Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku şevê din ji ber çûna Pêşmergeyên Rojava li herêmê alozî hebûye lê îro danê sibê pêşmergeyan xwestiye bikeve Xanesorê lê hêzên YBŞê teqe li wan kirine û di encamê de pevçûn derketiye.Peyamnêrê me diyar kir, ku fermandarên hêza Pêşmergeyên Roj dibêjin destpêkê YBŞê teqe li wan kirine. Di encamê de 4 pêşmergeyên Leşkera Roj birîndar bûne. Herwiha şervanekî YBŞê jiyana xwe jidest daye û 3 jî birîndar bûne.Duh hêzekê Leşkerên Roj anku Pêşmergeyên Rojava li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatibû bicihkirin.Fermandarekî Pêşmergeyên Rojava piştî çûna yekemîn hêza wan û bicihbûne wan li Sinûnê ragihandibû, ku hêzeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê ji wan xwestiye, ku ji deverên derkevin, lê belê wan ew daxwaz red kiriye.Fermandarê Pêşmerge ji Rûdawê re got, armanca wan tenê ev yek e ku ji bo parastina sînor li wan navçeyan bicih bibin û tekez kir, ku ti armanceke wan ji bo rûbirûbûna ti hêzekê nîne.Bajarokê Sinûnê ser bi navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ye.