DosyaNivîsar

PKK îro bi awayekî meydanî, li Şingalê bûye çekeke kirêtgirtî ya Îranê

Pirsarojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin? Mihmet sanrî bersiva Rojevakurd de dibêje: PKK jî li Şingalê bo mebestên Îranê wekî parçeyek ya hêza milîsî ya Haşdî Şe’bî ya bi Malikî û bi Îranê ve girêdayî dimîne.


Mihmet SanriNexşeyeke nû di Rojihalata-nêvê de dihê rast kirin, Şingal di vê nexşeyê dî xelekeke giring e.Di şerê Xeliçê yê yekê de, Saddam Huseyn ji ji çiyayê Şingalê misîlên bi navê Scud diavêtin Îsraîlê. Diyar e ko, çiyayê Şingalê  ji bo Saddam, ji aliyê menzîla misîlên ko li himberî dijminê xwe bikar bine ve jî gelek girig bû.Niha ev niqteya ko ji aliyê rampeyên misîlan ve bo Saddam pir giring, ji aliyê mebestên jeopolîtîk yên Îranê ve hêj jî girigtir bûye.Piştî serweriya Obama di 2011-yê de Iraq yêkcar terk kir, fersendeke “dîrokî”  bo niyetên hegamonîk yên rejîma Îslamî ya Îranê derket pêş û Iraq yêkcar bû paşhevşiyê wê.  Hejmara leşkerê nîzamî ya Artêşa Iraqê wê çaxê ji 400 sed hezaran zêdetir bû. Îranê ev artêş ji hev belav kir di cihê wê de hêzên milîsên Şîa demazirandin. Ew Iraqa bi 8 salan, bi şereke tûj û dijwar bihostek ya wê ne ketibû destê Îranê, “di nava şev û rojekê de” ket nav lepên Îranê.Nurî Malikî-yê ko di dema Saddam de penaber bû li Îranê, êdî bi navê “Şoraşe Îslamî ya Îranê” li Bexdayê li ser hikûm bû. Ji xwe rejîma Esed ta ji destpêkê lingekê xurt ya Îranê bû, li ser bingehekek sekter yê şîacîtiyê.Ji aliyê girêdana ser zemînê ve, bo Îranê Şingal, bo xwe gihandina Suriyeyê jî gelek aşkere ye ko xelekeke stratejîk e. Dema Îran ji çiyayê  Şingalê li dinê dinêre, xeteke rast ji wir ber bi behra Spî ve dikêşe û xwe li ber qeravê wê dîbine. Êdî dijminê xwe yê sereke Îsralê jî dorpêç dike, bêhnê li Erebîstana Siudî ya navenda Sunnitiyê ye jî diçikîne; kepiyê Tirkiyeyê jî dişkêne.Îran dixwaze van daxwaz  û xeyalên xwe yên jeopolîtîk bi riya hêzên milîs û paramililter bi cih bîne. Li Libananê û yemenê jî wesa dike. Ji dema şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pêkir heya niha ji 50yan zêdetir rêxistinên paramilîter yên Şîa li Suriyeyê bo piştgiriya rejîma Esed şer dikin.Niha hejmara artêşa Iraqê daketiya dora kêmtir ji 40 hezaran, belê hejmara milîsên Şîa ko zortîrina wan wekî Haşdî Şe’bî dihên nasîn ji milyonekê boriye.  PKK jî li Şingalê bo mebestên Îranê wekî parçeyek ya hêza milîsî ya Haşdî Şe’bî ya bi Malikî û bi Îranê ve girêdayî dimîne.Miletê kurd bo xwe çi wateyan li PKK-yê bar dike û çi hêviyan jê dike bila bike. PKK îro bi awayekî meydanî, li Şingalê bûye çekeke kirêtgirtî ya Îranê, bi wê mebestê li Şingalê ye. Malikî jî maaşî dide wê hêza PKK-ê ya li Şingalê.Helbet ji bo ayînde û serxwebûna Kurdistanê û berjewendiyên hevalbendên wê  jî lokasiyona Şingal xwedanê rolekî pir girig e.Lewna Hikûmeta Kurdistanê li himberî dirokê, li himberî mafên rewa yên serweriya milêtê kurd û xaka wî, divê berperisyariyên xwe yên li Şingalê bicih bine; divê qet rê nede bi ti awayî otorîteya wê li wir bikeve bin lingên ti hêzeke dereke wekî Malkî- Îran anjî wekî Heşdî Şe’bî û PKK-yê. Çîrokên ko makineya derewan ya PKK-yê belav dike ko guya ji bo parastina xelkê Şingalê li wir in, dereweke ji bejna PKK-yê mezintir e. PKK bo xizmeta bicihanîna emelên jeopolîtîk yên navendên dijminên kurdan li wir e. PKK ji aliyekê xizmeteke çekdarî bo Îranê dike, ji aliyê dî rê xweş dike  ko Tirkiye jî lingê xwe biavêje wir. Bi kurt û kirmancî  PKK çekeke kirêgirtiye li Şingalê. Bi xweşî an ne xweşî divê  rojeke zûtir PKK ji wir derkeve.Bo rejîma Îranê jî êdî riyek di pê de biçe tune.  Dema 8 salên serweriya Obama bo rejîma terorê ya Îranê wekî xewnerojekên xweş bû.  Ew roja qediyan. Edî ne xewnên wê belê êdî ew bi xwe jî dê gor be gor bibe. Serweriya PKK-yê jî ger misoger e ko hertim karên kirêgirtiyê bike, bila bo kirêgirtina xwe li deriyên meqûltir bigere…  

Back to top button