Cîhan
DAÎŞ êrîşê artêşa Tirkiye kir
Li bajarokê Babê DAÎŞê êrîşek bir ser arteşa Tirkiye û di encama vê êrîşê de 2 efsera jiyana xwe ji dest da û 15 efser jî bi sivikahî birîndar bûn.Eve demeke hêzên Tirkiye û Arteşa Azad bi hevre di çerçova operasyona Mertalê Firatê de bajarokê Babê dorpêşkirine. Lê heta niha nekarine bikevin di nava bajêr de.Ji aliyekî ve li Bajarok cihên DAÎşê dikin aramanca topbarana û car care DAÎŞ jî êrîşa pêktîne. Demekî hate îdia kirin ku çekdarên DAÎŞê terka bajêr dikin.Lê ji aliyek din ve hêzên rejima Suriye jî rê li reva DAÎŞê ji BABê girtine.Eve 170 rojin operasyona Mertalê Firatê berdewam dike û bi vê operasyonê Tirkiye hêzên DAÎşê ji sinorê xwe dûr xistine.