Polîtîk

PDK biryara hinek guhertinên navxweyî da

Di civîna Meclisa Serkirdetiya PDKê de biryara berdewamkirina civînên ligel aliyên siyasî û guhertinên navxweyî derket.Meclisa Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civîna xwe li darxist.Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di civînekî rojnamevanî de behsa naveroka naveroka civînê kir û da zanîn, ku mijarên weke guftûgoyên ligel Bexdayê, danûstaninên ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha guhertinên navxweyî hatine gotûbêjkirin.Mehmûd Mihemed got; “Iraqa nû li ser nehiştina nakokî û neheqiyên di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên cuda hatibû avakirin. Ji ber vê yekê li ser vê mijarê hate gotûbêjkirin, ku divê bi şêweyekî din ligel Bexdayê danûstandin bêne kirin. Pêwendiyên nû bi şêweyeke din bên birêxistin. Ev yek jî bi eşkere ligel wan hatiye behskirin.”Mihemed da kif¨kirin ku di civînê de yekgirtina aliyên Kurdistanî ya li hember neheqî û planên nehezan ên li ser mafên neteweyî gûftûgo hatine kirin û got; “Diyar e weke PDKê me rêçek girtiye ber xwe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan emê berdewamî bidin guftûgoyan.”Derbarê hevdîtinên ligel Hevpeymaniya Nîştîmaniya Iraqê de jî Mehmûd Mihemed ragihand, “Biryar hate dayîn, ku ji bo berdewamkirina danûstandinan du komîsyon bên pêkanîn. Nûnerên partiyên siyasî jî di nav de bin. Li gel Bexdayê mijara serxwebûnê û mijara rêveberiyên herêmî bê axaftin.”Mehmûd Mihemed eşkere kir, ku piştî Polîtbûroya YNKê civînên navxwe pêk bîne dê her du alî careke din bicivin û daxuyand, ku beşek ji berpirsên YNKê baş dibînin, ku pêdaçûnek li ser rêkeftina stratejîk a YNK û PDKê de bê kirin.Berdevkê PDKê herwiha diyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî ew dê civînên ligel aliyên din berdewam bikin da ku li ser pakêteke hevpar û rêxistineke nû bigihin biryarên çareseriyê.Mihemed destnîşan kir, ku di civînê de mijara guhertinên nav partiyê de jî hatine gotûbêjkirin û wiha got: “Li gorî biryar û raspartina raporên komîsyonan pêwîst hate dîtin, ku di hinek erk û kursiyan de guhertin bên kirin. Di van rojên pêş de dê encamên van guhertinan bên dîtin. Di hinek dezheyên PDKê yên liqên Duhok, Hewlêr û Kerkûkê de dê guhertin çêbibin.”

Back to top button