Civak
Serokê Fransa gihat Hewlêr û zarokê şehidan pêşwazî li kir
Serokê Fransa François Holand gihêşte firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind yên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.Herwiha li firokxaneya Hewlêrê amadekarî bo pêşwazîkirin li Serokê Fransayê tê kirin. Diya Ayşe ku diya 3 şehîdan e, herwiha zarokên şehîd Hocam Sorçî û şehîd Mexdîd Herkî û hejmarek ji şehîdên din yên di şerê DAIŞê de şehîd bûne, bi gulan pêşwazî li Serokê Fransayê dikin, li hember hevkarî û piştevaniya Fransa bo Pêşmerge û Kurdistanê di şerê DAIŞê de.Piştî gihêştina Herêma Kurdistanê jî, biryar e ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên din yên Herêma Kurdistanê re derbarê şerê li dijî DAIŞê û qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj bikin.
Serokê Fransa François Holand îro bi serdanekê gihêştibû Bexdayê û ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlmentoyê Selîm Cibûrî civiya bû.Piştî hevdîtina bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm re Holand ragihand “Berî du salan hatibûm Iraqê, rewş gelekî xirab bû. Fransa hevpeymaniyke dûrdirêj ya Iraqê ye û di dema borî de Fransa bi erkên xwe yên leşkerî û siyasî rabûbû.”Herwiha got jî: “Divê hevahengiyeke zêdetir di navbera dezgehên hewalgîriyê di navbera herdu welatan de li dijî DAIŞê hebe.”Kunsilxane Fransa li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Holand serdana hêzên Pêşmerge û hêzên Fransî li eniyên şer dike.Kunsulxana Fransa li Hewlêrê diyar kir, Holand bi xwe re beşek ji hevkariyên mirovî aniye ku ji 5 tonan derman pêk tê, ev hevkariye jî ji navendên tenduristî yên Mûsil û Hewlêrê re ne.Armanca serdana Serokê Fransayê François Holand ji Iraq û Hewlêrê re, spasiya leşkerên Fransî yên di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de şerê DAIŞê dikin e.Serdana Serokê Fransayê, wek duyem serdana wî ji Hewlêrê tê zanîn, ku berê roja 12 Îlona 2014an cara yekem serdana Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bû.