Cîhan

Êrîşek xwekujî: Bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan

Îro danê nîvro (02-01-2017) li taxa Sadir a Bexdayê kesekê bi piskîletekê bomberêjkirî êrîşeke xwekujî pêk anî û di encamê de 35 kes hatine kuştin, 95 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyekê ji Civata Parêzgeha Bexdayê ji Rûdawê re ragihand, xwekujekî li ser pîsîkleteke bomberêjkirî li taxa Sedir a rojhilatê Bexdayê xwe teqandiye. Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de 35 kes hatine kuştin, 95 kes jî birîndar in. Hevdem Rêveberiya Operasyonên Bexdayê ragihand ku du êrîşên cuda li dijî du nexweşxaneyên li rojhilatê bajêr pêk hatin”. Li gorî agahiyan otomobîlek li pêşiya Nexweşxaneya Cewahir a li taxa Sadr û otomobîla sêyemîn jî li pişt Nexweşxaneya El-Kindî teqiyaye. Hate gotin, ku di van êrîşan de 17 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in, herwiha tê pêşbînîkirin, ku hejmara qurbaniyên li van herdu nexweşxaneyan zêdetir jî bibe. Rudaw      

Back to top button