Dr. Ismail Beşikçi rewşa Rojava analîz dike
Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK di 2011 de hejmarek çalakî li ser ”Rewşa Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê” li seranserî Ewropayê pêk dihêne. Di vê çarçoveyê de, konferansa navnetewî ya Stockholmê di 12 sibata 2011 de çêdibe. Di konferansê de, partiyên siyasî, dezgehên mafê mirovan û pisporên pirsê beşdar dibin.
Îro ji aliyê Kurdocide Watch-CHAK ê daxuyaniyek hate belavkirin. Li gorî CHAK ê, Sosyolog Dr. lsmail Beşikçi bi analîzek xwe beşdarî konferansa Stockholmê dibe.
Dr. Beşikçi ji aliyê CHAK ê ve hatibû vexwendin. Sosyolog Dr. Ismail Beşikçi jibo vexwendinê spasiyên xwe gihand CHAK ê û anî ziman ku ew ê bi analîzekî beşdarî konferansê bibe. Şiklê beşdarbûna Dr. Beşikçi bi ihtimalek mezin dê bi rêya kompîtur, anjî têlê pêk were.
EuroKurd News – CHAK Dokumentation Center