Îroj

17'ê Rêbendan

17’ê Rêbendan

Di sala 1946’an û di rojekî wekê îroyê de Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji aliyê artêşa Îranê we hatiye hilweşandin.

Di nava sedsala 20 an de, piştî hukumeta Başûrê Kurdistanê ku Şêx Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo Kurdan bû tecrûbeyek duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin.

Di 22’ê Rêbendana sala 1946’an de, berî ya 64 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mehabad, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.

13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Desturabingehîn a komarê zelal kirin. Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir-jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê.

Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel-jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî-jî saz kir.

Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê-jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14’ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî-jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be-jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.

Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16’ê Mijdara sala 1946’an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17’ê Rêbendana sala1946’an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû:

“Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim”

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mehabadê hatibû îlan kirin, di 31’ê Adara sala 1947’an de, hatin dardekirin

Back to top button