Civak
Li Duhokê gorêkî tomarî derket holê
Li nevçeya Duhok Semeleyê li ser gorekî tomarî lêkolînek hate kirin û di lêkolînê de hestiyên 39 kesan hate dîtin.
Li gor nûçeya Pukmedia’yê berdevkê Wezareta Enfal û Şehîdan Fuad Osman diyar kir ku di nava sînorên Duhokê de ji hestiyên 39 Xrîstiyan û Muselmanan re hate gihîştin. Piştî diyarkirina gorekî tomarî, Dadgehê Cezayê Bilind ya Iraqê dosyayekî taybet vekir.
Hate zanîn ku hestiyên di gorekî tomarî de hatiye dîtin kesên Xrîstiyan û Muselmanin û ew kesana di sala 1969’an de ji aliyê Rejîma Ba’asê ve hatibûn kuştin.