Dosya

Kesek nikare demanê bide ku, kurdên Iraqê doza serxwebûnê nekin

Rapirsiya serxwebûna başûrê Sudanê qadên siyasî û ragehandina cîhana erebî dilgiran kirine. Ew welat ji wê ditirsin ku netewe û mezhebên cuda li welatên efirîqiya û erebî, başûrê Sudanê wek nimûneyek ji bo têkoşana rizgarî û serxwebûna xwe destnîşan bikin.

Rojnameya (Elheyat) ya ku li London çap dibe berawirdiyek(mukayeseyek) navbera başûrê Sudan û herêma Kurdistanê kiriye û diyar kiriye “heke welatên erebî serburê ji rûdana başûrê Sudanê wernegirin di demekê nêzîk de zincîreyeka cuda bûn û herêmên serbixweyên nû dê serî hildin.

Elheyat li ser gotara “ji Cuba bo Hewlêr “behsê nêzîkî û hev şêweyê ezmûna başûrê Sudanê li gel herêma Kurdistanê dike û têkes dike ku ev du ezmûne, wek yek bi cîhana erebî ve peywendîdarin.

Sergotara navbirî ku rengvedana boçûna rojnameya Elheyate, welatên erebî hişiyar dike ku welatiyên wan di nav axa xwe da töne terorokirin û desthelat bi rengekê tundirewane bi ser welatiyan da dête çepandin û têgehê welatîbûnê çi ramana xwe nemaye.

Herweha Elheyat berawrdiyek navbera rêkeftinameyên başûrê Sudan û Cehfer Nimêrî û rêkeftina 11 adarê navberê kurd û Sedam Hisên dike û nerastewxo amajê dike ku kurd jî bi dest ereban ve tûşî heman pirs û xem û janên gelê başûrî Sudanê bûne û haydarî dane ku guhdarî nekirina layenê beramber û retkirina cawaziyan, çarenivîsekê weku başûrê Sudanê tîne meydanê û ev karwane jî “ji Cuba ber bi Hewlêrê “diçe.

Herweha dibêje “guleya rizgarbûnê ne ji derve tête avêtin, belku di navxwe de  tête avêtin. Ew hikûmetên ku bîrûbaweriyên wan di gel netewe û ayniyên din newekheve, berdewam tirsa wê yekê heye ku şoreş û şerên navxweyî û cudabûn, rû bidin.

Ji layekî dî ve rojnameya “Şerqulewiet “jî li hember parçebûna welatên herêmê haydariyan dide û şirovekarê rojnameya navbirî dibêje “girup û aliyên biçûk di nav welatên herêmê de û bi taybet welatên erebî, li ser binemayê (siyasetê bike û nakokiyan çê bike), ji layê hêzên mezintir ve têne bikarînan, çi kesek jî nikare demanê bide ku di demekê kurt da kurdên Îraqê û eşîretên curacurên Somalê daxwaza serbixweyê nekin.

Şerqulewset jî haydarî dane ku renge erebên Îran û cudaxwazên Yemenê li bakur û başûrê wî welatî, ezmûna başûrê Sudanê bo xwe mînak werbigirin.
Dewleta Misrê jî serxwebûna başûrê Sudanê bo xwe wek metirsiyek dibîne. Siyasetmedarên başûrê Sudanê Misrê tumetbar dikin ku çend sale piştevaniya erebên bakurê Sudanê dike. Yek ji belgeyên wezaeta derve ya wîlayetên yekgirtî ya Emirîka ku ji layê Wîkîlîkis ve hatiye belavkirin, diyar dike ku Misr sala 2009 ê daxwaz ji Amirîkiyan kiribû ku hindî bikarin referandouma serxwebûna başûrê Sudanê gîrû bikin, belku çaereyek bo biête dîtin.

Nasir Minberî/Evro

Back to top button