Pêngav a 3 yem derket!
Pêngav her diçe zêdetir gavên bi lez û zexim diavêje. Armanca wê ya ku di navbera xwendekaran de wek peywira pirekê ku xwendekarên Kurd dê li ser ziman bigihîne hev, êdî hêdî hêdî ava dibe. Her sê gavên pêngavê yên avêtî, mîna sê sutûnên manewî hatin belav kirin û xwendin. Her çi qas ku di serî de bi Xwendekarên zanîngeha Stenbolê destpêkiribe jî di vê hejmarê de Xwendekarên zanîngeha “Boğaziçi”, “Ankara”, “Marmara”, “Abant İzzet Baysal” jî ketin nav perên Pengavê û bi ked û eşqa xwe vê kovarokê geş kirin. Em hêvî dikin ku hevalên me yên Zanîngehên din jî dê bigihêjine me û me bextewar bikin!
Di vê hejmarê de hevpeyvîna ku bi nivîskar Ayhan Geverî re hetiye kirin, di bergê kovarê de wek manşet cihê xwe girtiye. Bi navê “Koma Xebatên Psîkolojiyê” Ümit Eser, Raşit İlan, Îdir Tanemîrt li ser Şîzofrenî xebatekê gelek hêca kirine.
Bi nivîsa “ ‘ Bi Zimanekî Nayêzanîn’ Danasîna Zanayekî: Apê Mûsa” ve Kenanê Nado bi tarzekê cuda Apê Mûsa bi me daye nasîn. Bi nivîsa “ Janjanjana Mijabad” ve Omer Faruk Baran nirxandinekê gelek berfireh li ser Mijabada Jan Dost kiriye. Bi gotara “ Helbesta Arjen Arî de ‘Çarîn’ ” ve Îmad Bernas tiştin gelek balkêş gotine. Li aliyê zanist, teknîk û lêkolînê ve nivîsa İsmetullah Özdağ a bi navê “Kompîtur”, nivîsa Gernas a bi navê “Goşe”, nivîsa Şevger Cîlo a bi navê “ Dîroka Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê”, nivîsa Peyrew Ronî a bi navê “ Duzimanî û Duzimaniya Kurdên Tirkiyeyê” Pengavê şên kirine. Bi nivîs, werger û xebatên xwe ve Mehmet Ali Konar, Janda Serfiraz, Mazlûm Berxwedan Aksoy, Eliyê Xanê… Bi helbestên xwe ve jî Bêrû, Abdulcebbar Kurt, Nêçîrvan Wan, Janda Serfiraz, Rêbaz Şoreş û Nûhat Deştî Pengavê geştir kirine…
* Karîkatura li ser berga paş: Nazê Bawerî
Ji bo kesên bixwazin bi amadekarên kovarê re têkilî deynin:
[email protected]