Civak

Li Kurdistanê meaş tê belav kirin

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke fermî de meaşdarên herêma Kurdistanê dilrehet dike ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser pilana xwe ya çaksaziyê berdewam dibe û meaşê tu kesan nafewite û dê li ba hikûmetî parastî be. Teksta daxuyamniyê:Em sipasiya xweragirîya karmend û tevaya xelkê Kurdistanê dikin û em wan hemû aliyan  dilrehet dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser pilana xwe ya ji bona kêmkirina xerciyan û zêdekirin û şefafîkirina dahatinyê  û bi cî kirina çaksaziyan berdewam dibe. Avêtina van hemû pêngavan ji bona wê yekê ye ku em bikaribin vê rewşa dijwara darayî dervas bikin û timama meaşê karmendan di dema xwe de dabîn bikin.Em dizanin  ev tabloya dabeşkirina meaşan barê meaşdarên (mûçegirên) Kurdistanê giran kiriye, lê ve biryareke demkî û ji neçarî ye, ji ber hindê em meaşdaran dilrehet dikin ku, her dema dahatiniyê hikûmetê zêde bibe dê ev tabloya dabeşkirian meaşan bê guhertin bi awayekî ku bandoreke baş li ser ew meaşdaran be yên ku girantirîn bar ketiye ser wan.Em careke din tekîd dikin ku, meaş û mafê hevwelatiyan dê li ba hikûmetê  parastî be û em dê bi her awayî lêbixebitin ku buhayî alavan û pêdawîstiyên xelkî li bazar nizim bikin û em destxweşiyê li her kes û alî dikin yên ku buhayê alavan û pêdawîstiyan daşkandine yan jî dê bike.Sefîn DizeyîPeyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê07.02.2016

Balkêş e ?
Close
Back to top button