Polîtîk

Serxwebûn mafekî sirûştî yê gelê me ye û kes wî mafî ji xwe re nade me

Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, girîng e referandûm bibe sedema rêkxistina navmala kurdî û divê destkeftên niştimanî bo hemû aliyan bin. Herwiha got, pêwîst e hemû aliyên siyasî giringiyeke zêdetir bidin berjewendiyên bilind ên niştimanî û tenê hizir li hevrikiyên siyasî nekin.

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de ligel Heftenameya Gulan de ragihand: Ez matmayî dimînim dema hin kes dibêjin niha ne dema referandûmê ye. Encama referandûmê baştirîn belge dibe bo diyarkirina daxwaza xelkê Kurdistanê. Dê biryareke yekalîker û hemelayen be. Mesrûr Barzanî wiha got: “Serxwebûn mafekî sirûştî yê gelê me ye û kes wî mafî ji xwe re nade me, lê belê ji me hatiye standin û pêwîst e her demê ji destê me hat, em bikar bînin. Niha gelek welatên cîhanê îtîraf dikin ku xedrekî mezin û dîrokî li xelkê Kurdistanê hatiye kirin û niha wek hemû gelên cîhanê xwedî mafê çarenivîsa xwe ye.” Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, girîng e referandûm bibe sedema rêkxistina navmala kurdî û divê destkeftên niştimanî bo hemû aliyan bin. Herwiha got, pêwîst e hemû aliyên siyasî giringiyeke zêdetir bidin berjewendiyên bilind ên niştimanî û tenê hizir li hevrikiyên siyasî nekin. Mesrûr Barzanî wiha domand: “PDKê berdewam kurdayetî kiriye û xwe wek parêzerê destkeftên niştimanî dibîne û pêwîst e div ê qonaxê de jî hemû hewlên xwe bide bo parastina vê ezmûnê û parêzgarîkirin li netewe û niştiman û pêngavê guncaw bavêje bo bidestxistina destkeftên zêdetir û xwedî xwendineke jîr be.” Mesrûr Barzanî derbarê rewangeha Serokê Herêma Kurdistanê ji referandûmê û biryardan li ser çarenivîsê, wiha got: “Cenabê Serok dibêje, pêwîst e xelk hekem bin û bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin, lê mixabin hin car berjewendiyên hizbî yên teng rê li armancên neteweyî û niştimanî tên girtin, lewma pêwîst e her aliyek berjewendiya giştî bike gurbanî destkeftên taybetî, li hember xelkê berpirsyar be.” Mesrûr Barzanî ragihand: “Madam sîstema federaliyê û sîstemên din ên rêveberiyê li Iraqê nikarîn çareseriya pirsgirêkan bikin, pêwîst e bo rêgirtin li şer û malwêraniyê em hizir li wê yekê bikin ku em û Bexda wek 2 cîran û hevpeyman bijîn û pêwîst e xelkê Kurdistanê biryarê li ser awayê rêveberiyê û mafê çarenivîsa xwe bidin.” 

Back to top button