Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi armanca ku pirsa Kurd biçe ser masa guftûgoyan di civînên Geneve 3ê de, li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê dest bi komkirina 1 milyon îmzeyan kom dike.ENKSê eşkere kir ku dê ji roja Pêncşemê (sibê) ve dest bi komkirina îmzeyan bikin li hundir û derveyî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.Mebest ji vê gavê ew e ku dengê kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihêje cîhanê û Civaka Navdewletî. Herwiha piştgiriya danûstandinên Jenêvê ye ku dê dawiya vê mehê dest pê bikin.Herwiha dixwazin bi vê yekê doza kurd jî bibe yek ji dosyeyên Genêv 3 û civînên navdewletî yên ku ji bo kirîza Sûriyê pêk tên.Dê kampanyaya komkirina îmzeyan heta nêzîkî dema lidarxistina civîna “Jenêv 3” berdewam bike û îmzeyên hatine komkirin jî dê radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon bikin.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
23/07/2026
“Qanûn dê ji berî ku Parlamento bikeve betlaneya xwe were derxistin, li Tirkiyeyê serdemeke nû dê dest pê bike”
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Ozgur Ozer partiyek nû avadike…22/07/2026


